Em ê li Kobanê li berxwe bidin

Duşem 23 Kanûn 2024 - 02:35

Şahidên berxwedana Kobanê ya 2014ˈan da zanîn ku Kobanê bi têkoşîn û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê bû keleha berxwedanê û got: “Çawa berxwedana Kobanê deng veda, em ê careke din di Kobanê de li ber xwe bidin.”

Şahidên berxwedana Kobanê ya 2014'an a li djiî çeteyên DAIŞˈê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axivîn.

Kobanê sembola cîhanê ye

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Elî diyar kir ku wan li hember çeteyan berxwedaneke bêhempa kir û dê li hember dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jî li ber xwe bidin û wiha dom kir: “Di şerê li Kobanê de, şervanên YPG, YPJ û gelê Kobanê li hember çeteyên DAIŞˈê  li ber xwe da. Em ê jî bi wî rihî li hember dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin. Em ê bi wê hêz û vîna xwe dewleta Tirk û çeteyên wan di Kobanê de bişikînin û Kobanê ji wan re bikin goristan, ji ber ku Kobanê sembola cîhanê ye.”

Em ê li Kobanê li berxwe bidin

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl da zanîn ku Kobanê bi têkoşîn û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê bû keleha berxwedanê û got: “Em her tim amade ne ku tiliyên xwe di çavên dijmin rakin. Çawa berxwedana Kobanê deng veda, em ê careke din di Kobanê de li ber xwe bidin û têkoşînê bikin.”

Me çeteyên DAÎŞ'ê têk bir 

Endamê Saziya Gaziyên Şer Nûh Xelîl diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedana xwe li hember dijminê hovane xurtir bikin û got: "Di berxwedana Kobanê de me bi hemû hêza xwe li hember dijminê hovane têkoşîn kir, heta ku em amade bûn ku em xwe di dijmin de biteqînin, lê me bi hemû hêza xwe çeteyên DAIŞ'ê di Kobanê de têk bikin, em careke din dikarin dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî têk bibin."

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.