Em ê li dijî peymanê bisekinin

În 12 Gulan 2023 - 14:47

Beriya 3 salan di dema serokwezîrtiya Mistefa Kazimî de di navbera hikûmeta Iraqê û PDK’ê de ‘Peymana Şengalê’ hate îmze kirin. Li gorî madeyên peymanê, sazî û dezgehên civaka Êzîdî wê bêne belavkirin, hêza wê ya parastinê wê bê belavkirin û li şûna wê peşmergeyên PDK´ê careke din bêne bicihkirin.

Li dijî vê peymana ku weke Peymana 9’ê Cotmehê tê nasîn, pêr meşeke girseyî li navenda Şengalê bi rê ve çû. Şengaliyan, ji me re behs kir ka çima peymanê qebûl nakin û daxwaza betal kirina wê dikin.

PDK’ê xiyanet li Êzîdiyan kir

Ji rêveberiya Meclîsa Gel a Duhola ya Şengalê Mam Salih, bal bire ser tifaqa di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de, got ew bi daxwaza dewleta Tirk pêk hatiye. Wî di dewamê de got, “Hêzên herêma Kurdistanê gelek caran xiyanet li Êzîdiyan kirin. Em van tiştan li ser xwe qebûl nakin. Em dibêjin vê tifaqa hikûmeta Kazimî û PDK´ê, em qebûl nakin, em peymanê nas nakin. Divê şehîdên me li ber çavan bên girtin. Banga me li Neteweyên Yekbûyî  jî ew e ku ji bo parastina Êzîdiyan hewl bidin.”

Em ê her li ser piyan bin

Ji rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar jî got, “Her 24 saetan em ê weke civak li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ser piya bin. Ev peyman li dijî civaka me, malbatên şehîdan hatiye îmzekirin. Bi sedan kuştî, birîndar hene. Bi hezaran winda, esîr û koçberên me hene. Fermaneke giran bi ser me de hat. Tevî vê yekê Mesud Barzanî, Erdogan û hikûmeta Iraqê dibêjin bila peşmergeyên PDK´ê weke ku tiştek nebûye, vegerin Şengalê, li vir serwer bibin. Em hemû dizanin, heger PDK vegere Şengalê, Êzîdî, Kurd, Ereb ferq nake, kî li gora daxwazê wan tevnegere, ew ê bêne perçiqandin.”

Em ji peymanê nerazî ne

Ji Rêveberiya Meclîsa Gel ya Xanesorê Mam Hecî jî got, “Tifaqa di navbera Bexda û Hewlêrê de siyaseteke gemar li dijî Şengalê bû. Peymana 9’ê Cotmehê pêk nehat û em nahêlin pêk jî bê. Em ji wê peymanê ne razî ne û emê hertim li dijî wê jî bisekinin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.