Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), li ser zextên PDK’ê û Hikûmeta Federal a Iraqê ku hewl didin hêzên asayîşa Êzîdxanê ji navenda bajarê Şengalê derxin, bi awayekî awarte li bin konê berxwedanê ya asayîşa Şengalê civiya. Di civînê de nûnerên civaka Êzîdî hemû amade bûn. Li ser rewşê guftûgo hatin kirin û piştî civînê bi hev re daxuyaniyek dan raya giştî. Di daxuyaniyê de qala komployên li dijî Şengalê hat kirin û hat gotin; “Em bi ti awayî komployan qebûl nakin. Şengal xwe bi xwe rêve dibe. Bi temamî jî li gorî qanûnan tevdigere. Kesê me nas neke, em jî wan nas nakin. Me şer navê, em aştî û diyalogê dixwazin, lê bi artêşa xwe bi ser me de bên em ê bersiv bidin û li ber xwe bidin.” Di daxuyaniyê de bi taybetî bang li Êzîdiyan û gelê Kurd hemûyî hat kirin ku xwedî li wan derkevin.

Di daxuyaniya nivîskî ya piştî civînê de jî weha hat gotin: “Ji bo mafên gelê Şengalê bi rêyên diyalogê bên garantîkirin, me heya niha serdana gelek merciyên olî, hikûmî û siyasî yên Iraqê kiriye û wan soz dane me ku daxwazên me berçav bigirin. Lê diyare ku sozên xwe pêkanêyin. Em ji vir dibêjin, em şer naxwazin, lê eger ne bi diyalogê bi şer werin, wê bê bersiv nemînin. Gelê Şengalê dest ji mafên xwe bernade, divê hemû Êzîdiyên cîhanê jî piştgiriyê bidin ev îradeya Ezîdiyan a li Şengalê.”

Hikûmeta Federal a Iraqê li ser daxwaza dewleta Tirk û PDKʼê hewl dide peymana Bexda-Hewlêrê ya li dijî rêveberiya xweser a Êzîdiyan, pêk bîne.

Hêzên Iraqê ragihandine ku divê hêzên asayîşa Êzîdiyan ji nava navenda bajarê Şengalê derkeve. Li ser vê yekê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), bi awayekî awarte li bin Konê Nobeda ji bo piştgiriya Şengalê civiya. 100 roj e ku gelê Êzîdî ji bo hêzên asayîşa Êzîdxanê li nava bajêr bimînin û ewlekariya bajêr bigire, di nobetê de ne. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ