Em ê hesreta wan pêk bînin

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 02:50

  • HPG'ê 5 gerîlayên di sala 2017’an de li Zapê şehîd bûne bi bîr anî û got: Em ê armanca Rêberê Azad û Kurdistana Azad teqez pêk bînin, ku xeyalê hevrêyên me yên leheng bû.

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2017’an de li Zapê şehîd bûne eşkere kir û ew bibîranîn. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî gerîlayên şehîd bi vî rengî ye:"Hevrêyên me Canşêr, Med, Reşîd, Serhed û Dijwar, di 21'ê Cotmeha 2017'an de li Zapê di êrîşên dijminî de giheştin şehadetê. Em şehîdên xwe bi rêzdarî, hesret û minet bi bîr tînin. Hevrêyên me di her eniya şer de li dijî dijmin qehremaniyeke destanî nîşan dan û em ê jî xewna wan a Rêberê Azad, Kurdistana Azad teqez pêk bînin.

Hevrêyên me Canşêr, Med, Reşîd, Serhed û Dijwar di salên 2014 û 2015'an de ku li dijî gelê me pêleke nû ya êrîşên komkujiyê dest pê kiribû, her yek wekî şervanekî azadiyê tevlî refên gerîla bû û bi awayekî bêyî navber û fedaiyane li dijî dijmin şer kirin û bûn şervanên Apoyî yên serdema xwe. Hevrêyên me pêvajo rast fêm kirin û bûn xwedî sekneke layiqê vê. Bi vê sekna xwe bûn mînaka şervanên fedaî yên Apoyî û wek serfiraziya berxwedana Kurdan di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê birûmet girtin. Em wek hevrêyên wan di serî de malbatên biqîmet ên hevrêyên me yên şehîd, ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û em careke din soz didin ku heta ku me hesret û xewna Kurdistana Azad a şehîdên xwe pêk anî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Ji bo hevrêyên xwe bûne moral

Hevrêyê me Canşêr li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me di her çalakiyê de bi cesaret û fedakariya xwe, erka xwe bi temamî bi cih anî, bi vê taybetmendî û awayê tevlîbûnê ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. 

Hevrê yê me Med li hawîrdoreke welatparêz a Licê ku partiya me PKK li wir hat damezrandin û Rêber Apo ji têkçûna gelê Kurd re got, “Rawest!” jidayîk bû.Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Med ê ku bû şopdarê xeta şehîdan û bû hevrêyê hevrêyên xwe, para xwe ji heqîqetê girt. Hevrêyê me Med di dilê her hevalê ku pê re mayî de şopa xwe hişt û pratîkeke şer û jiyanê ku tu carî nayê jibîrkirin li pey xwe hişt.

Hevrêyê me Reşîd di malbateke welatparêz a bajarê Wanê jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Reşîd ku yek ji hevrêyên li herûma Zapê bersiva yekemîn da êrîşên dagirkeriyê yên dijmin da, bi saya pratîka xwe ya xurt a li qadê bû yek ji hevrêyên me yên bingehîn ên jiyanê. Her tim bi pêşdebirina xwe, erkên xwe yên hevrêtiyê bi awayekî serketî bi cih anî û di pêşketina hevrêyên xwe dekedek mezin da. 

Hevrêyê me Serhed li navçeya Tekman a Erziromê di malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku bi moral û coş beşdarî jiyanê bû, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me yê ku ji têkiliyên hevrêtiya pîroz a PKK’ê pir bandor bû, bi girêdanek bêhempa hat girêdan û her tim ji bo xurtkirina xeta hevrêtiyê hewl da. .

Hevrêyê me Dijwar li navenda berxwedana Kurdistanê û dilê Botanê li Cizîrê jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku dizanibû şoreş di kêliyê de veşartiye, her kêliya ku nefesê digire diyarî têkoşînê kir, xwe ji nû ve afirand û bû şopdarê heqîqeta ku PKK’ê afirandiye. Bi nêzîkatiya berpirsyarî û zanebûn a ji erkên şoreşgerî re li cihê ku lê bû, bû xwedî tevlîbûneke mînak."

Agahiyên nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Canşêr Qoser (Vedat Oguz), li Mêrdînê jidayîk bûye, 21’ê Cotmeha 2017’an li Zapê şehîd bû. 

Med Dalaho (Nîmet Akdemîr), li Amedê jidayîk bûye, 21’ê Cotmeha 2017’ê li Zapê şehîd bû. 

Reşîd Wan (Kenan Kalabalik), li Wanê jidayîk bûye, 21’ê Cotmeha 2017’an li Zapê şehîd bû. 

Serhat Tekman (Îsa Dogan), li Erziromê jidayîk bûye, 21’ê Cotmeha 2017’an li Zapê şehîd bû. 

Dijwar Jêhat (Ferhat Erkul), li Şirnexê jidayîk bûye, 21’ê Cotmeha 2017’an li Zapê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.