Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî civaka Êzidî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em careke din kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û diyar dikin ku em êşa civaka Êzidî di dil de hîs dikin. Em çeteyên faşîst û qirker ên DAIŞ’ê yên ku ev komkujî pêk anîn û yên ku bi wan re hevkariyê dikin, bi nefreteke mezin şermezar dikin.”
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin: “Di vê komkujiya ku civaka Êzidî wê weke fermana 73’an bi nav dike, mixabin bi hezaran Êzidiyan jiyana xwe ji dest dan, dîl hatin girtin û êşên mezin kişandin. Li pêşberî dîrokê em careke din diyar dikin ku weke tevgera azadiya Kurd em ê heta dawiyê bi gelê Şengalê û civaka Êzidiyan re bin û em ê ji qetlîamkarên ku ev êş bi civaka Êzidî dane kişandin, hesabên dîrokî bipirsin.
Pîvan nêzîkbûna Şengalê ye
Li ser vê civakê gelek qirkirin hatiye kirin, gelek ferman li ser wan hatine dayîn. Berpirsyariya dîrokî ya hemû mirovayetiyê li hemberî vê civakê heye. Ev berpirsyarî ew e ku divê şert û mercên wisa werin avakirin ku civaka Êzidî careke din qirkirinan nejî, civaka Êzidî karibe bawerî û çanda xwe bijî û şertên wê yên rêveberiya demokratîk û parastinê were avakirin. Heke ev tişt were kirin wê li hemberî qirkirinê helwesteke rast were diyarkirin. Îroj pîvana nirx, rastî, exlaq, wicdan û heqaniyetê ya mirovahiyê nêzikatiya li hemberî Şengal û civaka Êzidî ye. Bêyî dîtina vê heqîqetê û nêzîkatiyeke li gorî wê, nabe ku behsa ti nirxên mirovî û wijdanî, edalet û demokrasiyê were kirin.
Peyman heqaret û şerm e
Tê zanîn ku hêzên dewleta Iraqê û PDK’ê li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê helwesteke çawa nîşan dan û Şengal ji qirkirinê re hiştin û Şengalê derketin. Heke gerîla ne li wir bûya û piştre hêzên YPG û YPJ’ê neçûna alîkariya gelê Şengalê wê komkujiyeke gelekî mezintir pêk bihata. Gerîla û hêzên Rojava yên girêdayî Rêber Apo pêşî li komkujiyeke mezintir girtine. Lê yên ku wê rojê li hemberî qetlîamê helwest negirtin, li Şengalê serdestiya xwe ferz dikin û dixwazin rêveberiya demokratîk û rêxistina parastina gelê Êzidî ji holê rakin. Ev heqaret û xeletiyek mezin e li gelê Êzidî. Li pêşberî dîrokê şermeke mezin e. Belgeya bi navê Peymana 9’ê Cotmehê ya ku li ser navê dewleta Iraqê di navbera hikûmeta Kazimî û PDKê de hatiye çêkirin û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve piştgiriya wê hatiye kirin, belgeya vê heqaret û şermê ye. Ev peymana ku PDK serdestiya Şengalê dike, bi tevahî antîdemokratîk e û ferzkirina wê tê wateya berdewamkirina qirkirina Êzidiyan. Ferzkirina li ser gelê Şengalê û bêhelwestiya li hemberî vê, qebeheteke ji sûcê qirkirinê mezintir e. Divê her kes di vê mijarê de helwesteke rast nîşan bide û dest ji ferzkirina li ser gelê Şengalê berde. Divê dewleta Iraqê dev ji helwesta xwe ya niha ya li hemberî ferzkirinên PDK û dewleta Tirk berde, van ferzkirinan qebûl neke, vîna gelê Şengalê bişopîne û pirsgirêkan bi diyalog û lihevkirinê çareser bike. Berjewendiya dewleta Iraqê ne di siyaseta PDK û dewleta Tirk de ye, lê belê berjewendiya gelê Şengalê di rêya diyalog û lihevkirinê de ye. Divê dewlet û saziyên navneteweyî, di serî de NY, piştgiriyê nedin vê ferzkirina ku rêz li vîna gelê Şengalê nagire.
Divê Şengal bê nasîn
Berpirsiyariya dewlet û saziyên navneteweyî jî li hember gelê Şengalê heye. Gelê Êzidî civakeke xwedî baweriyeke resen e. Ji bo rêveberiyeke demokratîk û hêzên parastinê, bawerî û çanda xwe bijîn divê her kes piştgiriyê bidin vî gelî. Parlamento û hikûmetên gelek welatan biryara naskirina qirkirina Êzidiyan dan. Ev helwestên erênî û hêja bûne. Her wiha divê mafê gelê Şengalê yê rêveberiya demokratîk, xweparastinê, bi bawerî û çanda xwe bijîn jî bê destekkirin û di vî warî de biryar bên girtin. Xelkê Şengalê dixwaze di nava yekitiya Iraqê de, vîna xwe ya demokratîk esas bigire û were naskirin. Tenê bi naskirina vî mafê rewa em dikarin li gel gelê Şengalê bin li dijî qirkirinê bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN