Em ê her li cem gelê xwe bin

Nûçeyên Dîaspora

În 1 Kanûn 2023 - 16:00

Piştî ku dewleta Tirk biryara cemidandina mafê mal û milk ê 62 kes û 20 weqf û rêxistinên alîkariyê eşkere kir, Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) daxiuyaniyek da û got, em ê dibin siya van helwdanên krîmînalîzekirinê de nemînin. Di lîsteya dewleta Tirk de Heyva Sor a Kurdistanê û gelek şaxên wê yên welatên cihê jî hebûn.

HSK´ê got, “Em weke saziyên alîkariyê yên mirovî yên Kurd ku ev daxuyanî îmze kirine, difikirin ku ev biryara dewleta Tirk parçeyek ji polîtîkaya krîmînalîzekirina saziyên Kurdistanê ye ku bi salan e didome. Saziyên Kurdistanî yên weke Heyva Sor a Kurdistanê ku ev zêdetirî 30 sal in li çar aliyê Kurdistanê ji bo feqîr û xizanan, ji bo mexdûrên êrişên leşkerî yên li dijî sivîlan, ji bo mexdûrên karesatên xwezayî,  ji mexdûrên şer re  alîkariyê dişînin. Em vê yekê baş dizanin ku; xebatên me yên alîkariyê  li pêşiya pêkanîna Siyaseta dewleta Tirk ya koçberkirina xelkê Kurdistanê û mehkûmkirina wan a bi xizanî û birçîbûnê asteng in. Eşkere ye ku sedema sereke ya hedefgirtina saziyên me ev e. Lê raya giştî ya cîhanê dizane ku dewleta Tirk derfetên xwe hemûyan ji bo krîmînalîzekirina sazî û dezgehên Kurd û Kurdistanî li ku derê cîhanê lê bin, seferber dike.

Em wek Saziyên Alîkariyê yên Kurdistanî; bi rêz û hurmet ji raya giştî re radigihînin ku em ê xebatên xwe yên aştiyane û mirovahiyê yên li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a li ser înkarkirina hebûna gelê Kurd bidomînin, di bin sîya van hewldanan krîmînalîzekirinê dê namînîn. Em ê her tim li cem gelê xwe, feqîran, mexdûrên şer û mexdûrên felaketan bin.”

Saziyên Heyva Sor a Kurdistanê ên li Elmanya, Holanda, Swîsre, Belçîka, Inglîstan, Îtalya, Norwêc, Japonya û saziyên Roja Sor a Kurdistanê yên li Fransa, Awusturya û Swêdî û saziya Roja Mezopotamya li Danîmarkayê, ev daxuyanî bi awayekî hevpar weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.