Em ê her govenda azadiyê bigerînin

Pêncşem 30 Çile 2025 - 03:35

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di roja 23’an de çalakiya xwe ya li bendavê didomînin. Pêr xelkê kantona Cizîrê ji bo ku li şûna şêniyên bajarê Kobanê çalakiya nobetê dewr bigirin berê xwe dabû bendavê. Çalakvanên li bendavê gotin:"Em ê bendavê biparêzin. Em ji êrişên dagirkeriya Tirk, çeteyên wê û balafirên wê natirsin. Heta ku êriş rawestin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne û em ê dest ji bendavê bernedin.”

Tevî birînan jî em li ser piyan e

Li aliyekî din jinên ciwan ên ku ji lingê xwe birîndar bûne û serkêşiya govendê li Tişrînê dikirin, helwesta xwe anîn ziman.

Fatima Elî ya ji bajarê Kobanê ye wiha dibêje:"Dema ku me govend digerand dewleta Tirk a dagirker bombebaran kir, piraniya me birîndar bûn. Birînên me piraniya wê di lingên me de ne, ji ber me govend digerand. Ev peyameke ji me re ku dixwazin bêjin careke din neyên bendavê û govendê li hember êrîşên me negrin. Dixwazim di vê bûyerê de Viyan Soran bibîr bînin, ji ber ku wê gelekî ji govendê hez dikir. Em jî li vir dibêjin ku govenda me ya azadiyê wê her bigere û xeleka wê firehtir bibe." Şerzad Mihemed jî got ku di wextekî de ku wan govend digerandin ew bombebarankirin û got:"Nêzî 14 kes hemû birînên me di lingên me de bûn. Lê tevî birîndariyên xwe jî em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku Berxwedan Jiyan e. Çawa Rêber Apo di girtîgehê de ewqas sal in li ber xwe dide, ne pir e ji me re ku em bi van birînên xwe li ber xwe bidin. Em gelekî wiha ne ku Kurd girî li wan nayê, serkeftin her para wan e. Tevî birînan em li ser piyan in."

ANF/NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.