Em ê hêjayî têkoşîna wan bin

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 02:55

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da û wiha got:’’"Kedkara çapemeniya azad û milîtana pêşeng a gelê me hevrêya Rosîda Mêrdîn û hevrêyên me Mazlûm û Berxwedan di 17'ê Adara 2024'an de şehîd bûn.

Hevrêya me Rosîda bi têkoşîna xwe ya ji metropolên Tirkiyeyê heta çiyayên Kurdistanê, bersiva herî bi wate da zextên dijmin ên li ser çapemeniya azad û gelê me. Hevrêya me Rosîda bû dengê gur ê çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê, di dema pêwîst de li refên herî pêş li dijî dijmin şer kir û milîtaniya jinê ya azad a Apoyî û fermandariya YJA Starê bi rengekî hêja temsîl kir. Hevrêyê me Mazlûm ku welatparêziya gelê me yê Efrînê û dilsoziya bi welatê me Kurdistanê re di kesayetiya xwe de temsîl kir, bi hesret, coş û kelecaneke mezin xwe gihand çiyayên Kurdistanê, hebûna xwe bi kedê li çiyayên Kurdistanê misoger kir. Ewladê hêja yê gelê me yê Ereb, şoreşgerê enternasyonalîst hevrêyê me Berxwedan weke milîtanekî hêjayî navê xwe li dijî mêtingerî û dagirkeriya Tirk di nava têkoşîna me de ku alternatîfa azadiyê ya gelan e, berxwedaneke destanî nîşan da. Bi baweriyeke xurt bi Rêber Apo û felsefeya wî dilsoz bû, weke şervanekî heqîqetê her kêliya jiyana xwe bi hewldanên xurt ên ji bo fêhmkirin û bicihanîna Rêberê me derbas kir û bû milîtanekî mînak. Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyên me Rosîda, Mazlûm û Berxwedan radestî me kirine bi rengekî ku hêjayî wan bin mezin bikin, di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Têkoşîna wan sînor qetandin

Hevrêya me Rosîda li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêya me Rosîda ji ber zext, ceza û polîtîkaya dewleta Tirk a ku mafê jiyanê nade Kurdên azad, berê xwe da çiyê. Hevrêya me Rosîda li çiyayên Kurdistanê rahişt pênûs û kameraya xwe û li ser xeta Gûrbetellî Ersoz û Halîl Dag meşiya. Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zapê weke milîtan û fermandareke YJA Starê li refên herî pêş tevlî têkoşînê bû. Li Mamreşo, Girê Sor, Zendûra û Werxelê, li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bû parçeyek ji berxwedanê. Hevrêya me ku di pêvajoya şer de birîndar bû, ti carî paşve gav neavêt û weke jineke Kurd a xurt û fermandareke YJA Starê têkoşîna xwe bi biryardarî meşand. 

Hevrêyê me Mazlûm Dogan li navçeya Şêrawa ya Efrînê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Tevlî gelek pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyên El Nûsa, DAÎŞ'ê û gelek komên din ên çete bû, di van pêngavan de tecrûbeyeke girîng a şer wergirt. Piştî ku dewleta Tirk di sala 2018'an de êrişa dagirkeriyê ser Efrîn û Serêkaniyê hevrêyê me tevlî eniyên herî pêş bû. Hevrêyê me di çalakiyekê de bi giranî birîndar bû, dilxwaziya xwe ya têkoşînê parast. Hevrêyê me Mazlûm ji bo armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi wêrekî û fedakariya xwe dihate naskirin, ji bo gelek çalakiyan bi ser bixîne hewl da, ked da. 

Hevrêyê me Berxwedan li nava malbateke ji gelê me yê Ereb ê li Qamişloyê jidayîk bû. Sekna hêzên azadiyê yên Rojava ku ji bo destketiyên gelên me bi rengekî fedaî parastin û di nava ti şert û mercî de dagirkerî qebûl nekirin, kir ku hevrêyê me Berxwedan tevlî nava yekîneyên berxwedanê bibe. Bi îdîa û biryardariyeke mezin li ber êrişên dijmin rabû. Hevrêyê me Berxwedan ku di heman demê de durust û dilsozê nirxên azadiyê bû, her wiha bawerî dida hevrêyên xwe. Hevrêyê me Berxwedan ku xwedî kesayetiyeke baldar bû, her kêliya xwe bi hînbûna tiştên nû derbas kir."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Rosîda Mêrdîn (Emîne Demîr), li Mêrdînê jidayîk bûye, 17’ê Adara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Mazlûm Dogan (Besam Alî), li Efrînê jidayîk bûye, 17’ê Adara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Berxwedan Qamişlo (Amîr Ahmed El Casim), li Qamişlo jidayîk bûye, 17’ê Adara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.