- Dûran Kalkan siyaseta Tirkiyeyê nirxand û got: Siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst ji dema avabûna dewletê û vir ve heye. Ev dewlet divê êdî ji holê bê rakirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî 'Bernameya Taybet' a Medya Haber TV bû û derbarê hilbijartinên li Tirkiyê de nirxandin kirin. Wî got, “Televîzyonên AKP-MHP'ê gotinên hinekî jî berevajî kirin û qiyamet rakirin. Gotin, way li ser siyasetê diaxivin, way li ser hilbijartinê nêrînên xwe tînin ziman. Belê weke PKK´ê, em piştgiriyê didin hemû hêzên azadîparêz û demokratîk. Em ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin. Faşîzma AKP-MHP'ê êdî nema dikare dewam bike. Divê mirov wê biavêjin ser sergoyê dîrokê. Di rewşeke bi wî rengî de wê komkujî bê ferzkirin. Gelekî metirsîdar e.”
Kalkan bal bire ser xisleta avakirina delweta Tirk jî got, “Dewleta Komara Tirkiyeyê sala 1923'an ava bû. 100 salên xwe temam dike. Gotin Komara Yekemîn û Komara Duyemîn. Yanî Komara Yekemîn hinekî xwedî avaniya dewleteke burokatîk bû. Ya ku jê re dibêjin Komara Duyemîn piştî darbeya 12'ê Îlonê ew taybetmendiyên xwe jî winda kirin. Niha jî veguheriye dewleta çete ya AKP-MHP'ê. Dewletê sazîbûna xwe, avaniya xwe ya burokatîk jî ji dest da. Lê belê ji aliyê xeta siyasî û îdeolojîk ve dema mirov binirxîne, sedsal yekpare ye, tiştek naguhere. Siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst e. Ji rêveberiya Civata Îttîhat û Terakkî dewr wergirt. Li ser dijminatiya li Kurdan ava bû, li ser qirkirina Kurdan ava bû. Sedsal bi vî rengî derbas bû.”
Divê mejiyê qirker jiholê bê rakirin
Kalkan di dewamê de got, pêwîst e mêjiyê qirker ji holê rabe: “Ev siyaset xwedî mejiyê qirkirinê ye. Ev yek bû havênê dewletê. Xeta xwe ya esasî ya îdeolojîk siyasî ava kir. Ev dewlet divê êdî ji holê bê rakirin. Di sedsala duyemîn de divê Tirkiye demokratîk be, azadîparêz be, biratiyê pêk bîne. Ev mejî û siyaseta qirker û mêtinger divê teqez ji holê bê rakirin. Ev hilbijartin dawiya sedsaleke bi vî rengî, danîna hîmên bingehîn ên sedsaleke nû nîşan dide, lewma girîng e. Hilbijartin di vê pêvajoyê de parçeyekî girîng ê têkoşînê ye. Eşkere ye ku ev yek têkoşîneke mezin a şoreşgerî ye.”
Meclîseke balkêş wê çêbibe
Heger AKP û MHP fen û fûtan nekin, nebin asteng û hilbijartin bi rengekî adîl bê kirin, her meyleke îdeolojîk wê tevlî meclîsê bibe. Bala xwe bidinê; AKP-MHP'ê eniya faşîst hemû gihandin hev. Hêzên demokratîk û azadîparêz jî li nava Tifaqa Ked û Azadiyê gihîştin hev. Niha dibêjin, ew bi Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê dibin. Lîsteyeke bi wî rengî çêkirin. Hema bibêje, meylên îdeolojîk hemû hene. Wê bikevin meclîsê. Wê meclîseke balkêş be. Du tiştan dikarim bibêjim. Ya yekemîn divê faşîzm bê hilweşandin, ya duyemîn jî pêvajoya şoreşê ya demokratîk were destpêkirin.”
Dengê xwe bidin hêzên demokratîk
Duran Kalkan ji bo hilbijartinê bang jî kir û got, “Ez bang li gelên Tirkiyeyê, jinan, ciwanan dikim ku piştgiriyê bidin hêzên demokratîk û azadîparêz, dengê xwe bidin wan. Bi taybetî bang li civaka Kurd dikim ku hesab ji dijminên Kurdan bipirsin. Kurd wê li Amed, Serhed, Botan, li her devera Bakurê Kurdistanê, li Çûkûrova û metropolan bi roleke dîrokî rabin. Divê vê rola xwe bi rengekî zane, rast û bi bandor bilîzin. Derfetên vê çêbûn, afirîn. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN