‘Em ê Efrînê rizgar bikin’

Çarşem 20 Çile 2021 - 16:00

  • Li seranserê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrî dagirkeriya dewleta Tirk hat rûreşkirin û bi çalakiyên girseyê yek peyam hat dayîn: Efrîn wê ji dagirkeriyê bê xilaskirin.

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta salvegera sêyemîn a dagirkeriya Efrînê, dagirkerî û êriş bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Dewleta Tirk û hevkarên wê 20'ê Çileyê 2018'an êrîşî herêma Efrînê kirin, herêm piştî berxwedaneke 58 rojan, hat dagirkirin. Dewleta Tirk piştre jî dest bi pîlna xwe ya qirkirina xelkê Efrînê kir. Bi munasebeta salvegera sêyemîn a dagirkeriya Efrînê, xelkê Kantona Şehba, Efrîniyên koçber, xelkê Qamişlo, Hesekê, Heleb, navçeya Til Temirê, Minbic û Reqayê bi çalakiyan, ev dagirkerî û qirkirin şermezar kirin. 

Meclîsa Kantona Efrînê bi beşdarbûna bi hezaran Efrîniyan, xelkê Şehbayê, nûner û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser meşek girseyî li navçeya Şêrewa ya Efrînê bi dirûşma "Êdî bes e ji tecrd û dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrîn û azadiya Rêber Apo ye" daketin meydanê. Meş li wargeha Veger a li gundê Ziyaretê ya Şêrewa ya Efrînê, veguherî mîtîngê. 

Em li ser piyan in

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê, Şîraz Hemo êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê bi tundî şermezar kirin û şehîdên berxwedana Serdemê bi bîr anîn. Wî piştre got, "Ti caran vîn û berxwedana xelkê Efrînê nayê şikandin. Dibe ku Efrîna me hatibe dagirkirin, lê îrade, berxwedan û têkoşîna me nehat şikandin. Em li ser piyan in û em ê berxwedana xwe mezin bikin."

Paşê Cîgirê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemden Elebd got, "Em ê bi ruhê wekheviyê Efrînê rizgar bikin."
Endama Koordînsayona Kongreya Star Ayşe Mehmûd jî got, "Em dagirkeriyê şermezar dikin û em ê bi berxwedana xwe Efrînê rizgar bikin."
 Şehba Efrîn Meş

Xelkê Hesekê û Qamişlo

Xelkê Hesekê jî bi meşekêdagirkeriya dewleta Tirk rûreş kir. Meşê li şaredariya gel a navçeya Giwêran dest pê kir û li ber hola fitbolê veguherî mîtîngê. 
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebdi El-Xenî Oso got, "Îro komploya qirêj li dijî îradeya gelan tê meşandin. Dijmin dixwaze derbekê li projeya Neteweya Demokratîk bixe, lê pêkhateyên herêmê ev proje ji bo xwe kirine esas û li hemberî dagirkeriyê têdikoşin."

Li Qamişloyê bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re dem dema parastina şoreşê ye" xelk daket meydanan. Meşê ji çerxerêya Munîr El-Hebîb dest pê kir û li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) veguherî mîtîngê.

Ji Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Semîra Mihemed li vir got, "Ne tenê destê dewleta Tirk di nava vê dafgirkeriyê de hebû, bi destê gelek dewletan li pêşiya çavên hemû dinyayê êrîş kirin. Bi berxwedan û tekoşîna gelê me, em ê hemû bajarên xwe yên dagirkirî ji destê çeteyan rizgar bikin.”

Li Til Temirê û Efrîniyên li gundê Til Nesrîyê, meşeke girseyî li dar xist. Wan bi yek dengî got, "Efrîn nakeve, li ber xwe dide". 
 
Li Helebê çalakiya bi heybet 

Li Helebê, Meclîsa Giştî ya taxa Şêx Meqsûdê û Eşrefiyê bi dirûşma "Bi vîn û ramanên azad em ê sala 2021’ê bikin sala serketin û rizgarkirina Efrînê" daketin meydanan. Meşê ji jêrzemîna Yasîn a taxa Şêx Meqsûdê dest pê kir û li Çerxereya şehîd Destîna veguherî mîtîngê." 
Endama Meclîsa Sûriya Demoratîk, Fatma Hesîno li cihê mîtîngê got, "Dewleta tirk ne tenê dagirker e, ew dijminê mirovahiyê ye. Em soz didin ku em ê berxwedana xwe bilindtir bikin da ku Efrînê rizgar bikin."

Wekî din li bajarên weke Minbic û reqayê jî çalakiyên bi heybet li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.