Em ê Efrînê rizgar bikin

Duşem 21 Tebax 2023 - 16:12

  • Hevrêya me Zîn Sekvan bi dilsoziyeke mezin li ser şopa Avesta û Rûkenan meşiya. Li ser vî bingehî bi awayekî aktîf beşdarî gelek çalakiyan bû û ji bo tola hevrêyên xwe û gelê xwe hilîne, ked û fedakariyeke bêhempa raber kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Zîn Sekvan 18'ê Tebaxê di encama êrişeke xedar a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.
HRE´yê got, “Hevrêya me Zîn Sekvan di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, beşdarî nava Tîmên Şehîd Avesta yên HRE´yê bûbû, 18’ê Tebaxê rastî êrişeke xedar a dewleta Tirk a dagirker hat û şehîd bû. Em ser saxiyê ji malbata me ya hêja ya şehîd Zîn û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê tola hevrêya xwe li erdê nehêlin.

Hevrêya me Zîn Sekvan (Roşîn Elî) ji Kobanê ye. Hevala me Zîn Sekvan bi çavê xwe dît ku di serî de Rojava, tevahiya xaka Kurdisanê rastî dagirkirin, talan û îmhayê tê. Hevrêya me Zîn Sekvanê sala 2016’an tevlî nava refên şoreşê bû. Ji roja yekê ku tevlî nav refan bû, heta roja şehadeta xwe bi heman hêrsa tolhildanê di eniyên cengê yên herî pêş de cihê xwe girt. Bi dilpakî û hevaltiya xwe ya bê emsal ji bo hevrêyên xwe hertim bû çavkaniya hêz û moralê. Bi taybetî di warê pisporiya leşkerî de xwe bi pêş xist, çeka sekvaniyê da ser milê xwe û ji bo doza welatê xwe her bi pêş ve meşiya.”

 

Di berxwedana serdemê de cihê xwe girt

HRE´yê da zanîn ku Zîn Sekvan di pêngava duyemîn a berxwedana serdemê ya li Efrînê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer kiriye û wiha dewam kir: “Gelê me yê Efrînê neçarî koçberiyê bû û ji bo careke din vegere ser xaka xwe, li Şehba di nava kampên koçberiyê de bi cih bû. Li ser vî bingehî pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê hate destpêkirin û di serî de Efrîn, ciwanên Rojava berê xwe dan nava refên HRE´yê.

Jinên ciwan ên Efrîn û Rojava jî di nava refên HRE'yê de xwe weke Yekîneyên Şehîd Avesta birêxistin kirin û dan ser şopa Avesta û Barînan. Şehîda yekemîn a Yekîneyên Şehîd Avesta, Rêheval Rûken Zerdeşt bû, Rêhevala me Zîn Sekvan jî bi dilsoziyeke mezin li ser şopa Avesta û Rûkenan meşiya. Li ser vî bingehî bi awayekî aktîf beşdarî gelek çalakiyan bû û ji bo tola hevrêyên xwe û gelê xwe hilîne, ked û fedakariyeke bêhempa raber kir.”

HRE´yê wiha sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest: “Em sersaxiyê dixwazin ji malbata me ya hêja ya hevrê Zîn, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re. Em weke hevrêyên Zîn Sekvanê dibêjin, bila dijmin zanibe bi êrişên wiha nemerd, ew ê nikaribe vîn û dilsoziya me ya bi şoreşa azadiyê re tine bike. Her şehîdeke me hêrsa me ya tolhildanê û israra me ya tekoşîn û berxwedanê xurttir dike. Em ê armanca pîroz a hevrêyên xwe yên şehîd, teqez pêk bînin û bajarê xwe ji destê dagirkeran rizgar bikin.”

Nasnameya şehîdê wiha hat eşkerekirin:

Zîn Sekvan (Roşîn Elî) ya li Kobanê ji dayik bûye, keça Şaîbê û Mehmud, li herêma Efrînê 18’ê Tebaxa 2023´yan şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.