Em ê dîsa herin bendava Tişrînê
Pêncşem 20 Sibat 2025 - 03:10
Kesên ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûne gotin:"Vîna me têk naçe, em ê dîsa herin bendava Tişrînê."
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana xwe ya qehremanî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi vîneke xurt didomîne.
Di 17’ê Çileyê de karwanek ji kantona Cizîrê ji bo ku tev li çalakiya li bendavê bibe, bi rê ket, lê roja din 18’ê Çileyê bi awayekî hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi êrişa hovane rû bi rû man û di encamê de 6 şêniyên ku di nava wan de şanoger Bavê Teyar jî hebû, şehîd bûn û bi dehan kes jî bi giranî birîndar bûn.
Ji birîndaran şêniya bi navê Roj Bedran (20 salî) ya ji bajarê Amûdê der barê mijarê wiha got: “Bendav û derdora wê topbaranê kirin. Ez ji zikê xwe bi giranî birîndar bûm û bi birîndarên din re rakirim nexweşxaneyê. Lê bi rê de balafirên dagirkeran dîsa êrişî me kir.”
Roj Bedran tevî êşa xwe jî bi vîneke xurt dibêje: "Dagirkerî vîna me naşikîne û ger ez sax bibim ez ê ji bo piştgiriya gel û parastina xaka xwe vegerim bendavaê.”
Rojda Osman a 25 salî ya ji gundê Sihil ê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê jî di 17’ê Çileyê de dema ku bi dayika xwe re diçû bendava Tişrînê, di encama topbarana dewleta Tirk a li ser karwanê şêniyan de, bîrîndar bû. Rojda Osman got: "Min biryar da ku bi dayika xwe re herim bendava Tişrînê, ji ber ku ez di wê baweriyê de bûm ku ev qonax hewce dike ku em hemû seferber bibin. Dagirkeriya Tirk êrişî her kesî kir, lê tevî êrişan jî em ranewestiyan, me rêya xwe ber bi bendavê ve domand.
Di 19’ê Çileyê de Mihemed Mehmûd û şêniyên bajarokê xwe ji bo tev li çalakiyê bibin ketin rê, lê artêşa Tirk a dagirker bombe li karwanê wan barand û di encamê de birîndar bû û lingê wî hat birîn.
Mihemed Mehmûd wiha got: "Windakirina lingê min di dema parastina bendavê de ji bo min rûmet e, ez berxwedanê bernadim.”
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN