Bi sedan welatiyên Şengalê doh jî li dijî peymana Bexda-Hewler a li ser Şengalê meşiyan û gotin: “Em destûr nadin wan hêzên ku di fermanê de em bi komkujiyan re rû bi rû hiştine dîsa vegerin Şengalê. Di 6 salan de îradeyeke mezin derketiye holê, em ê van destkeftiyan biparêzin”.
Xwepêşandanên gelê Şengalê yên li hemberî peymana Bexda-Hewlêr ku 9’ê Cotmeha 2020’an hatibû îmzekirin, didomin. Welatiyên ku ji 9’ê cotmehê ve li ser piyan e, doh jî meşek li dar xistin.
Meş bi dirûşmeya “Em hemî Asayîş in” û bi beşdariya sedan kesan ji navenda Şengalê destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Asayîşê” hatin gotin. Her wiha pankartên wekî, “Asayîş rûmeta me ye”, “Bijî Asayîş”, “Em Asayîş in” û wêneyên şehîdên berxwedana Şengalê hatin vekirin.
Meş li pêşiya konê çalakiya destekdayîna asayîşê bi dawî bû. Çalakiya konê destekdayînê li ber Asayîşa Êzîdxanê di roja 6ʼan de didome.
Piştî meşê li ber konê çalakakiyê, axaftin hatin kirin û hat gotin, ew ê xwedî li îrade û destketiyên xwe xwedî derkevin.
ROJNEWS/ŞENGAL