Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
Çarşem 28 Gulan 2025 - 03:30
Jinên Kurd ên li Ewropayê, damezrandina Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin. Berdevka Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Şîlan Emînoglû li ser armancên însiyatîfê û armanca damezrandinê axivî. Şîlan Emînoglu anî ziman ku ew ji bo yekitî, têkoşîn û destkeftiyên jinên Kurd û parastina mîrateya wan hatine cem hev û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi banga ‘yekitî hebûn e’ yekitiya jinên Kurd ên ku bi darê zorê ji warên xwe hatine dûrxistin pêk bînin.
Rêber APO bingeha xebatê ye
Şîlan Emînoglu diyar kir ku têkoşîna Rêber APO bûye bingeha xebata wan, berê jî ji bo yekitiyê hewldanên bi heman rengî çêbûne lê ew kêm mane û got:’’Ji ber bingeha civakê li dora jinê ava bûye, yekitiya jinê dikare pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike û tevkariyên girîng bike. Ji ber ku ji şerên rû didin herî zêde jin êşê dikişînin, weke xenîmetên şer li bazaran tên firotin. Mînaka herî girîng a vê yekê di êrîşên DAÎŞ'ê yên li hemberî jinên Êzidî de hat dîtin. Jinên Kurd li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Ev berxwedan û rêxistinbûyîn îro bûye sedema derketina şoreşa jinê ya li Rojava. Bi heman awayî li Rohilat ê felsefeya 'Jin jiyan Azadî' ku ji aliyê Jîna Emînî ve hatiye hûnandin, ji bo jinên Rojhilata Navîn û qada navneteweyî bûye çavkaniya îlhamê. Ev hemû pêwîst dike ku jin dîsa werin cem hev, nasnameya xwe ava bikin û civakê li dora wê nasnameyê biafirînin.” Şîlan Emînoglu anî ziman ku ev înîsiyatîf ne perîyodîk e lê stratejîk e û di vî warî de xebatên xwe dimeşîne û bang li her kesê kir ki li nasname, ziman û çanda xwe xwedî derkevin û di nava înîsiyatîfê de cih bigirin.
Armanc azadiya Rêber APO ye
Şîlan Emînoglu diyar kir ku ew plan dikin ku di dema pêş de komxebatekê li dar bixin û got:"Bi biryarên li vê derê re, di dema pêş de jin dikarin sîstemên xwe yên konfederal ava bikin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Mesela hunermendên jin dikarin bên cem hev û sendîkayên xwe ava bikin. Her wiha xebatkarên tenduristiyê û ciwan jî bi heman awayî dikarin sendîkayên xwe ava bikin. Niha rojev pir dagirtî ye û ji geşedanên nû re vekiriye. Em ê jî di nava van pêşketinan de nexşerêya xwe bi xwe diyar bikin û çalakiyên xwe bi xurtî bimeşînin." Şîlan Emînoglu balê kişan ser rola jinan a vê pêvajoyê û got:"Armanca vê projeyê ew e ku azadiya Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan ê xwedî vîna çareseriyê ye, misoger bike. Weke însiyatîfa jinên Kurd em ê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û têkoşînê bimeşînin."
MA/ESRA SOLÎN DAL