Em ê bi stranên xwe li wir bin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:52

Hunermendên TEV-ÇAND’ê ji bo tevlibûna mitînga ku dê di 17’ê sibatê de li Kolnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. 

Hunermendên di bin sîwana Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) de, têkildarî meşa ku dê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk were lidarxistin daxuyanî dan û banga tevlibûna mitîngê kirin. 

Ji hunermendan Hozan Şemdîn, got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdeke giran de ye. Lewma gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ser pêyan e. Weke hunermendên kurd, em jî dê tev li mitînga ku dê di 17’ê sibatê de li Koln a Elmanyayê bê lidarxistin bibin. Em ê bi stranên xwe li wir bin.” 

Hozan Şemdîn, banga tevlibûnê li her kesî kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.