Em ê Bendava xwe biparêzin
Pêncşem 13 Sibat 2025 - 03:25
Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane li Bendava Tişrînê nobet digire da ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Her wiha di her kantonekê de bi hezaran gel li hev kom dibin û bi karwanên gel re diçin Bendavê. Niha jî Gelê bajarê Kobanê li Bendavê nobet digrin. Welatiyên ku vê kêliyê li Bedavê ne û berxwedanî raber dikin, ji ANF’ê re wiha axivîn. Mehabat Eymen ku ji bajarê Kobanê ye got:“Ez li Bendava Şehîdan im, ez li Bendava berxwedan û QSD’ê me. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku Bendava me dagir bike û gelê Hêrêmê bêav û bêelekitrîk, bihêle bi çetên xwe yên hov êrîşî me dike. Em li virin û ji dijminê hov natirsin. Em ê berxwedanî bikin ta dilopa dawî ya xwîna xwe. Em ê bi têkoşîna azadiyê Rêberê xwe rizgar bikin. Jiyana me ji bo têkoşînê ava bûye û em vê têkoşînê bernadin, bendava me jî wê ji destê dijmin derkeve.”
Em şagirtên Rêber APO ne
Dayka bi navê Xanim Hibû jî li ser berxwedaniya gel û QSD’ê wiha axivî: “Em bi hezaran sivîl li ser Bendavê ne û em ê her li Bendavê hazir bin. Em gelê Kurd xwedî îrade ne û ti kes nikare îradeya me bişkîne ji ber ku em şagirtên Rêber Apo ne û hêza ku Rêber Apo daye me ti car nayê şikandin. Em ê xwe bi xwe Bendava xwe biparêzin bila kes alîkariya me neke û derbasî axa me nebe, ji ber ku îradeya me têrê dike ku em vê xaka pîroz rizgar bikin. Em li pişt QSD û YPJ’ê ne û eger ji me were xwestin ku em çek rakin û di çeperê şer de bi zarokên xwe re parastinê bikin, em ê bikin û li pêşiya vî dijminî bisekinin. Ma qey zarokên me bê kes in, em xwîna zarokên xwe nadin. Bila Erdogan, bila dijmin baş bizane ev yek wê jê re nemîne û em ê tola xwîna zarokên xwe hildin. Bila dijmin bizanibe ku em xwedî îrade û îdeolojiya Rêber Apo ne û em ti car gavek bi paş ve na avêjin.”
Divê hesab ji Erdogan bê xwestin
Xelîl Mihemed El Alî jî diyar kir Bendav a wan e û ew ê dest ji bendava xwe bernedin û got: “Pêwîste êdî hesab ji Erdoganê faşîst were xwestin, ew çiqas êrîşî me bike em dest ji Bendava xwe bernadin, lê di mafê mirovan de nabe ku sivîl di sûcên şer de werin qetilkirin. Dewleta Tirk bi darê zorê dixwaze xaka me ji me bistîne ev yek terorîstiye, di cewher de ew terorîst e. Em di dawî de dibêjin ku çawa şervan û gelê me terorîstan ji Kobanê tune kirin em ê çeteyên Erdoxan jî ji xaka xwe tune bikin. Bila tevahî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin Bendavê û Bendava xwe ji destê dijmin rizgar bikin.”
ANF/BÎSAN RESÛL