MURAT MANG
Di hilbijartina cihî ya eyaleta Hessenê ya li Elmanyayê de gelek Kurdistanî jî bûn namzetên meclîsên şaredariyan. Di hilbijartina 14´ê Adarê de li bajarê Friedbergê, ji SPD’ê Bêrîvan Çolak kete meclîsa şaredariyê de. Xwişka wê ya mezin Fatma Demirkol jî kete meclîsa şêwrê ya şaredariyê.
Bêrîvan Çolak 2 hezar û 237 deng wergirtin û tevî 8 kesên ji partiya xwe wê bikeve meclîsa şaredariyê. Wê got, ew ji ber vê yekê kêfxweş e. Lê ji ber ku dengên SPD´ê kêm bûne, wê got, "Ji bo ku dengên li me kêm bûn, em ji nû ve bistînin û baweriya hilbijêran bi xwe bînin, em ê bêhtir kar bikin."
Li heman bajarî ji Partiya Çep (Die Linke) xwişka wê Fatma Demirkol ji ber ku 52 deng jê kêm bûn, nekete meclîsa şaredariyê, lê kete şêwra meclîsê. Ji Die Linke 3 kes ketin Meclîsa Şaredariyê.
Li Hanauyê jî Emine Pektaş û keça wê Awesta Pektaş ji Partiya Çep û Abdullah Unvar jî ji SPD´ê ketin meclîsa şaredariyê ya bajêr.
Li Frankfurtê jî ji Partiya Çep Sarya Ataç, ji partiya Kesk Mehmet Agatay û ji lîsteya Mezopotamyayê jî Haci Hacioglu ketin meclîsa biyaniyan.
Li gelek bajara hîna jimartina dengan dewam dike.