Dayika girtî Ramazan Kizildag ê di greva birçîbûnê de ye Şukriye Kizildag, bi gotina “Dilê dayikan neşewitînin” nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedaran da. 

Çalakiya geva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020'an de, li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dan destpêkirin di roja 163’yemîn de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê koma 33’yemîn dewr girt û herî kêm li 107 girtîgehan didome. Yek ji girtiyên ketiye greva birçîbûnê Ramazan Kizildag ê li Girtîgeha Edîrneyê ye. Dayika wî Şukriye Kizildag da zanîn ku kurê wê, herî dawî di 8’ê Mijdara 2018’an de, dema Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî 3 mehan di çalakiya greva birçîbûnê de maye. 

Şukriyê got: “Daxwazên zarokên me, daxwazên me ne. Heya nefesa xwe ya dawiyê em bi zarokên xwe re ne. Zarokên me dîrhem bi dîrmeh li ber çavên me dihelin. Ji bo ku edalet pêk bê, zarokên me di girtîgehan de canê xwe helandin. Em naxwazin ku kes bêdeng bimîne.”

Kizildag, herî dawî banga hestiyarê li sazî û dezgên netewî û navneteweyî kir ku xwedî çalakiya greva birçîbûnê derkevin û ew ê bêdeng nemînin.

MA/ÎZMÎR