Em ê bajêr ji nû ve ava bikin

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:12

Ji namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Dogan Hatûn bal bire ser armanca qeyûman, diyar kir armanca wan ne xizmet lê çavtirsandin e û dema ku ew werin ser kar ew ê bajarê xwe ji nû ve ava bikin û tehrîbanên qeyûman ji holê rakin.

Bi nêzbûna hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê re, li bajarên Kurdistanê xebatên namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê jî zêdetir dibin.

Ji namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn têkildarî xebatên hilbijartinê û projeyên ku piştî hatin ser kar wê deynin, axivî.

Hatûn bal bire ser texrîbata qeyûman a li bajêr û got, “Eger hûn pêkhateyek bajêr bin, hûn ê têkildarî bajêr berpirsyarî hîs bikin. Ji ber ku me sûc û texrîbatên qeyûm ên li bajêr dît, me xwest berpirsyarî bigirin ser xwe. Dema em di nava xebatên rêxistinên civakî yên sivîl de bûn, me xweş dît ku qeyûman çi texrîbat kirine. Me ev yek ji raya giştî re ragihand û kir rapor.’’

Gelek projeyên me hene

Hatun bi berdewamî destnîşan kir divê dijî polîtîkaya talan û nelirêtiyê ya qeyûman têbikoşin û got,’’Ji ber têkoşîna me ya li dijî şaşitiyên qeyûm, em hatin darizandin û xwestin ku me bêdeng bikin. Me hewl da nirxê vî bajarî biparêzin. Ev berpirsyarî di heman demê de nuqteya me ya derketinê ye. Ji bo ku em îradeya xwe car din bi dest bixin, em bûn namzetê hevşaredariyê. Gelek tişt hene ku em li vî bajarî bikin. Gelek gotinên me hene ku em têkildarî vî bajarî bêjin, gelek proje hene ku em pêk bînin. Di qada ziman, çand û hunerê de gelek projeyên me hene. Em vî bajarî baş nas dikin.”

Armanca qeyûm çavtirsandin e

Hatun bi berdewamî got got armanca qeyûm ne xizmet e, dixwazin gel çavtirsandî bikin û got,“Divê mirov qeyûman rast tehlîl bike. Dema ku sala 2016’an qeyûm hatin tayînkirin, em di pêvajoyekê de bûn argumanên şer û derbeyê pir hebûn. Bi hatina qeyûm re yên digotin em ê xizmetê bikin, xizmet ji vî gelî re nekirin. Qeyûm ne ji bo xizmetê, ji bo çewisandina civakê li vir in. Dema qeyûm hatin, li dhemberî saziyên ziman, çand, huner, jinan, ciwanan û zarokan polîtîka meşandin û hemû sazî girtin. Wan hesiband ku bi desteserkirina şaredariyan wê ev kar biqede. Berevajî wê civakê ji xwe re argumanên cuda peyda kir û xebatên xwe bi lez kir. Her wiha ciwanên me yên xwendekar bêkar dimînin. Di pêvajoya qeyûm de têkoşîna li dijî xizaniyê nîne, qada îstihdamê ava nakin. Ji derveyî polîtîkaya dizîtî, rant û talanê ti polîtîkayeke din a qeyûm nîne.”

Pêvajoya avakirinê

Hatûn diyar kir ku dema ku ew hatin ser kar wê li bajêr ji nû ve pêvajoya avakirinê bidin destpêkirin û ev tişt got: “Em ê car din destkeftiyên xwe bi dest bixin û ji nû ve pêvajoya avakirinê bidin destpêkirin. Di vê pêvajoya avakirinê de em ê bi gelê xwe re bi xaka xwe ya dewlemend qadên bi bereket ava bikin. Ev xak bi bereket e. Em ê ji bo saziyên ekonomiyê û kooperatîfan xebat bimeşînin. Em ê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên xwe yên hem biçûk hem jî mezin bixebitin. Ji bo vî bajarî projeyên me yên girîng hene. Bi taybetî jî projeya me ya tramvay heye ku di dema Osman Baydemîr de projeya wê hate xêzkirin, lê ji aliyê wezaretê ve hate astengkirin. Em dixwazin vê projeya ku hemû civak dixwaze, pêk bînin. Ev bajar bajarekî qedîm e, em ê xwedî lê derkevin.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.