Em ê axa xwe biparêzin
În 23 Çile 2026 - 03:50

Bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê, niha ji hêla çeteyên HTŞ’ê, DAIŞ û komên çete yên Tirkiyeyê ve hatiye dorpêçkirin. Çeteyan ceyran û ava bajêr qut kirine. Her wiha di êrişên dawî de zirar gihişt înterneta bajêr jî. Hem gelê bajêr hem jî şervan li dijî dorpêçê bi baldarî tevdigerin. Li ser hinek gundan êriş hatin kirin û piştî bersiva wan hat dayin, çete neçar man ku xwe vekişînin. Rojnameger Ozgur Avzem ku li Kobanê dimîne, têkildarî rewşa dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got:’’Di saetên şevê de li gundên Qube Cadê û Mexrecayê pevçûn didomiyan. Saet dora 03.00’yan, çeteyan derbên giran xwar û xwe paşve kişandini. Bi taybet jî di pevçûnên li Çelebiyê de çeteyan windahiyên mezin dan. Lêbelê li gorî agahiyên me girtine, hêzên xwe kom dikin û dixwazin dîsa êriş bikin.”
Pîlana dorpêçkirinê ya ji sê milan
Avzem, da zanîn ku êrişên hatin kirin hatine şikandin û got:’’Gelek wesayîtên bizirx hatin îmhakirin û bidestxistin. Bi şev li gundê Hamdunayê jî pevçûn hebûn. Ev pevçûn heta saet 03.00’ê berdewam kirin. Li wir jî gel û şervanan bi hev re li dijî êrişan li ber xwe da.” Avzem, got ku êrişkaran li gundê Ereban ê Qube Cadê gelek sivîl qetil kirine. Avzem, anî ziman ku tê xwestin ku Kobanê ji sê milan ve were dorpêçkirin û got:’’Dixwazin li milê Çelebî, Qube Cade û Şêxlerê pêş bikevin. Lêbelê şervan, li vir operasyonên serkeftî li dar dixin û nahêlin çete serê xwe rakin.” Avzem, got ku li bajarokê Sirrînê jî pevçûnên dijwar diqewimin û ber bi saetên serê sibehê ve bêdengî serwer e û got:“Şam, hêj bi biryara xwe ya ‘agirbestê’ jî nake. Şervan jî di çarçoveya xweparastina rewa de besivê didin êrişan.”
Sînoran derbas bikin
Rojnameger Avzem, da zanîn ku birîna avê û ceyranê di nava gel de rê li ber hêrseke mezin vekiriye û got:“Ev rewş wê rê li ber karesaetekî mirovî veke. Bi taybet jî pêdiviyên gel ên jiyanî hedef tên girtin. Lêbelê tevî vê jî gel li dora şervanên xwe ye. Bendewariya wan a ji gelê Bakur ew e ku bên ser xeta Kobanê-Pirsûsê. Di daxuyaniyên li vir de bang ji bo gelê Bakur heye. Dixwazin sînoran derbas bikin û di eniyên berxwedanê yên Kobanê de cih bigirin.” Avzem, da zanîn ku gelê Kobanê tax bi tax kolan bi kolan nobetê digire û bal kişand ser meşa ku wê i Pirsûsê were lidarxistin û got:“Gelê Kobanê wê biçe ser sînorê Pirsûsê.” Herwiha şervanên QSD’ê û YPJ’ê yên li dijî êrişan li ber xwe didini, têkildarî berxwedanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyameke bidîmen şand. Şervana YPJ’ê Stêrk Cûdî, got:“Em niha li eniyan e. Kobanê di dorpêçê de ye. Ji sala 2014’an heta niha em di hedefa dijmin de ne. Lêbelê li dijî êrişan, gel û şervanan bi hev re li ber xwe da. Em ê îsal jî bi heman awayî li ber xwe bidin; di sala 2014’an de me li dijî çeteyan çawa li ber xwe dabe, em ê niha jî bi heman ruhî li ber xwe bidin. Em ê destûrê nedin êrişeke li ser Kobanê. Gelekî me yê fedaî heye û em ê axa xwe biparêzin.”
NAVENDA NÛÇEYAN















