• 27 malbatên ku bi fermanê re gundê Siba Şêx Xidir terk kiribû niha vegeriyan gundê xwe.

Piştî 6 salan Êzîdî niha yek bi yek vedigerin cih û warê xwe. 27 malbatên ku bi fermanê re gundê Siba Şêx Xidir terk kiribû niha vegeriyan gundê xwe. Şêniyên gund banga vegera Êzîdiyan kir û gotin: "Ligel zor û zehmetiyan jiyana li ser axa mirovan cudaye. Em ê li vir jiyanekê ava bikin û parastina xwe jî bikin."
Êzîdiyên ku li wargehên penaberan ên Herêma Federal a Kurdistanê dimînin êdî vedigerin Şengalê. Bi vegerê re bi gelek pirsgirêkan re rûbirû man lê ji bo wan vegera ser axa xwe girîn e. Piştî gunde Tilizer û niha jî 27 malbat vedigerin gundê Siba Şêx Xidir a Şengalê. Şêniyên gund der barê vegera xwe de axivîn.
Edlan Omer xelkê gundê Siba Şêx Xidirê yê 28 roj in vegeriyaye ser axa xwe û li vir carek din jiyanek nû ji xwe ava dikin. Edlan got: "Jiyan li ser axa mirovan xweş e."
Neîma Faris jî ji gundê Siba Şex Xidir e û kêyfxweşiya xwe ya vegera Şengalê anî ziman û got: "Bila êzidiyên ku li wargehan dimînin vegerin ser axa xwe û gunde xwe. Bila kes nebejê ewlehî nîne. Ji dema fermanê zedetir ewlehî heye. Em edî tu carî natirsin ji ber zarokên me parastina me dikin."

ROJNEWS/ŞENGAL