Em dest ji xeta berxwedanê bernadin

Sêşem 3 Sibat 2026 - 03:40

Jinên bajarê Kobanê diyar kir ku tevî dorpêça giran jî ew li ber xwe didin û dest ji xeta berxwedanê bernadin û gotin, “Em bi hêza xwe bawer in û em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

Jinên Kobanê der barê berxwedana gel a li Kobanê û dorpêça li ser wê de nêrînên xwe anîn ziman.

Fatma Xelîl da zanîn ku Kobanê hîn di dorpêçê de ye û berxwedana gel berdewam e û got: "Rast e em di nava dorpêçeke giran de ne, lê em bi berxwedana xwe serbilind in, em bawer in dê berxwedana me bi ser bikeve û em ê bi berxwedana xwe destanên dîrokî binivîsin. Em ê her tim li pişta fermandarên xwe bin û em tu carî dest ji xeta berxwedanê bernadin.”

Nadiya Hiso destnîşan kir ku gelê ku bi salan e li ber xwe dide, ew ê tu carî dest ji xeta berxwedanê bernede û destkeftiyên şoraşa xwe biparêze û wiha pê de çû: "Dijmin dixwaze îradeya me û deskeftiyên me têk bibe. Lê em tu carî dest ji berxwedanê bernadin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û mîrasa xwe biparêzin."

Bedîa Miho got gelê Kurd her roj di nava berxwedanê de ye û destkeftiyên şoreşa xwe diparêze û wiha anî ziman: "Gelê Kobanê her tim li hemberî dijmin li ber xwe dide û têkoşîn dikin heta dawiyê û dijmin têk bibin. Ev ne cara yekemîne ku gelê Kobanê li ber xwe dide, ger ku hezar carî ji me were xwestin jî em li ber xwe bidin û wê her tim serkeftin ya me be."

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.