Em dest ji axa xwe bernadin

În 26 Çile 2024 - 01:25

ELÎ EREB / ANHA / DÊRAZOR

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li hember van êrişan, gelê herêmê peyama berxwedanê dide. 

Derbarê mijarê endama Rêveberiya Meclisa Qanûnsaz a Kantona Dêrazorê Duha El Salih got:"Dewleta Tirk a dagirker, piştî erêkirina Hevpeymana Civakî ya nû, êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin. Hevpeyman, bingeha qanûnî ya projeya Rêveberiya Xweser e, kar û barên saziyên wê bi rê ve dibe û bi pêş dixe." Duha El Salih destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser bi ser ketiye, divê li her derê li Rojhilata Navîn pêk were ji ber ku mafên gelan dabîn dike. Her wiha Duha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe ku li azadiya xwe digere û axa xwe diparêze. Têkildarî şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne Duha anî ziman ku piştî şerê taybet bi saya berxwedana gelê herêmê bi bin ketin, dewleta Tirk nekarî fitneyê di nava gelê Dêrazorê de derxe, bi awayekî hovane êrişî herêmê kir.

Cîgira Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel jî êrişên dewleta Tirk û di heman demê de bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî şermezar kir.

Şehnaz da zanîn ku wê bersiva gelê herêmê xurt be û wê li hember êrişan, ji bo ku gel azad bijî, berxwedan û têkoşînê mezin bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.