Em dest ji ax û hunera xwe bernadin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:59

Çanda Kurdî ku nifş bi nifş berdewam kiriye, xwedî rêûresmeke dewlemend e. Gelek çîrok û stranên ku van rêûresman diparêzin hene. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek ciwanên ku xwedî li çand û hunera xwe derketin hene, yek ji van ciwanên ku hunera xwe ya Kurdî diparêze Raman Hisên e. 

Raman Hisên ê ji temenê 8 salî û niha jî temenê wî 16 salî ye bi hezkirin û coşek mezin hunera xwe ya muzîkê roj bi roj mezin kir û vediguherand berhemek ku li pêşiya xwe mezin kir.

Raman Hisên li ser hunera xwe ya muzîkê ev tişt got: “Min ji temenê 8 salî ji stran û awazên muzîkê hez dikir. Roj bi roj malbata min piştgiriya min dikir û li ser vê hunera muzîkê moralê min bilind dikirin.  Ev jî alîkariyek mezin e ku ji vê xewn û xeyalan bikim berhem.  Her wiha di dibistanê de jî mamoste û hevalên min tim li ser vê hunerê pêşketinek ji bo min didan avakirin.”

Min giranî da ser Kurdî

Raman axaftina xwe wiha domand: “Di sala 2022’yan de ez tevlî komên muzîkê yên gelêrî bûm. Her wiha li ser alava gîtarê min xwe fêr kir û di koman de min stran digot. Hem jî li gîtarê dixist. Stranê cur bi cur û bi zimanê cuda jî dibêjim lê min giranî da zimanê xwe yê Kurdî.” Raman da zanîn ku ew stranên cur bi cur dibêje û wiha pê de çû: “Min gelek amadekariyên xwe yên siberojê kirine ku ez strnanên xwe bi awaz û gotin bikim. Li tevahî cîhanê belav bikim da ku her kes bizanibe ciwanên Rojava tu car dest ji çand û hunera xwe bernadin û her dem wê berdewam bikin. Lê rastî hêza min ya aborî pir kême lewra ez niha jî li ser vê tiştî dereng mame.”

Em ê tim li ber xwe bidin

Raman di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku her kes xwedî li hunera xwe derkeve û got: “Çiqas zor û êşkence li ser me were kirin, em ê her tim li ber xwe bidin û dest ji ax û hunera xwe bernadin. Ji ber ku eger mirov xwedî li ziman û çanda xwe derkeve êdî tu kes nikara li ber riya wêwî bigire. Di dawiyê de jî ez daxwaz dikim ji tevahî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku huner û çanda xwe ya bi hezaran salan, biparêze da ku tu kes nikaribe gelê Kurd tune bike.”

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.