Em biryara qeyûm nas nakin

Şemî 1 Sibat 2025 - 02:50

Hevşeredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ku Wezîrê Tirk qeyûm tayînî şuna wan kir, diyar kirin ku ew biryara qeyûm nas nakin û gotin: “Ev biryar li dijî vîna gelê kurd e. Li dijî vîna civan û jinan e. Li dijî vîna gelê Sêrtê ye. Bi vê biryarê dibêjin hûn bên hilbijartin jî em we nas nakin.”

Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk qeyûm tayinî şeredariya Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir. Piştî qeyûm tayinî şeredariyê hat kirin hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji pêywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya pêywîrdar kirin. Bertekên gel li dijî tayinkirina qeyûm didomin. 

Hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî têkildarî tayinkirina qeyûm a şeredariyê axivîn û bertek nîşanî biryarê dan.

Biryareke siyasî ye

Sofya Alagaş anî ziman ku ji ber kar û xebatên rojnamegeriyê ceza li wê hatiyê birin û wiha got: “Doza min berdewam dikir. Di nav dosyayê de gelek kemasî hebûn. Divê ew kemasî bihatan temamkirin. Lê dadgehê ew kemasî li berçavan negirt û lez û bez biryara ceza da. Ew biryareke siyasî ye. Jixwe dema ku em di vê dosyayê de hatin darizandin jî siyasî bû. Zexteke li ser rojnamegerên kurd bû. Piştî ku ez bûm hevşeredar jî ji bo qeyûm biavêjin ji xwe re kirin hincet. Nezîkatiya heyeta dadgehê me zanî ku talîmateke siyasî girtine. Ev biryar li dijî vîna gelê kurd e. Li dijî vîna civan û jinan e. Li dijî vîna gelê Sêrtê ye. Bi vê biryarê dibêjin hûn bên hilbijartin jî em we nas nakin.”

Ev bêhiqûqî ye

Mehmet Kaysî diyar kir ku desthilat ji aliyekî ve qala pêvajoyê dike û ji aliyê din ve jî sepanên qeyûm berdewam dike û wiha axivî: “Ev dirûtî ye. Çi dikin bila bikin em ji doza xwe û têkoşîna xwe gav paşde naavêjin. 3 carên din jî qeyûm tayin bikin jî em ê dîsa şeredariya xwe bistînin. Îro jî em tax bi tax xebatên xwe didomînin. Em ê xwedî li vîna xwe derbikevin. Ev zilm e, heqeret e û bêhiqûqî ye.”

AJANSA WELAT/SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.