ERDOGAN ZAMÛR / BERN
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Meşa Dirêj a li Swîsreyê di roja 3’an de ji bajarê Bernê destpê kir.
Enternasyonalîstan beriya bimeşin, ji bo bibîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe jidest dane, deqeyek rêz girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin; ‘’Di erdheja li bakur û rojavayê Kurdistanê de alîkariya pêwîst nehate kirin. Bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Em bang li şoreşger û demokratên herçar aliyên cîhanê dikin, piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê.’’
Dema min teza xwe nivîsand Kurd naskirin
Mariona ya ji Katalonya beşdariyê çalakiyê dibe, li akademiyeke Ingîlîz dixebite. Dema ku teza xwe ya Zanîngehê ya li beşa çapemenî û ragihandinê dinivîse, Kurdan nas dike.
Mariona dibêje;’’Dema min teza xwe amade dikir, min derbarê tekoşîna azadiyê ya Kurdan de qunciknivîsek xwend. Wê nivîsê bandoreke zêde li min kir û dema ku min lêkolîneke zêdetir dikir, bi Kurdan re hev nas kir.’’
Mariona dibêje wê pirtûka ‘Jin, jiyan, azadî’ ku Komîteya Jîneolojî ya Andrea Wolf bi Spanyolî amade kiriye xwendiye û dibêje;’’Di vê pirtûkê. de min Rêber Abdullah Ocalan nas kir. Bi qasî ku têkiliya min bi hevalên Jîneolojiyê re pêş ket, min ferq kir bê ka çiqasî nêzî fikrên Ocalan im. Min parêznameyên wî jî xwendin.’’
Paradîgma Rêber APO alternatîfa rasteqîn e
Mariona di dewama axaftina xwe de diyar dike ku wê biryar daye ji bo piştgiriyê bide Kurdan divê hin tiştan bike û got;’’Dewletên Ewrûpayê piştgiriyê dide dijminên tekoşîna azadiyê ya Kurdan.’’Mariona destnîşan dike ku ji bo tekoşîna azadiya Kurd li hemberî van êrişan biparêze cihê xwe li vir girtiye û dibêje;’’Paradîgmaya Rêber APO ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê ya li hemberî sîstema baviksalar a kapîtalîst daniye holê, alternatîfa rasteqîn a vê sîstemê ye. Ji ber min ji vê bawer kir, ez li vir im.’’
Divê em bi hev re tekoşînê bikin
Di dewama axaftina xwe de Mariona destnîşan kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan fizîkî azad bibe û got;’’Saziyên Ewrûpayê bi bêdengiyê, dirûtiyê dikin. Weke dibêjin ger mafên mirovan diparêzin, bila di çareserkirina vê pirsgirêkê de berpirsiyariyê bigrin. Divê ji bo azadiya Rêber APO herkes dengê xwe bilind bike.’’ û banga tekoşîna hevpar kir.
Tekoşîna hevpar hêzê dide min
Suzane ku ji bajarê Bochum a Elmanyayê beşdarî çalakiyê bûye, xwendevana beşa sosyolojiyê ye. Li gel 14 hevalên xwe li maleke komûnal de dijî. Suzane ku xwe weke aktîvîsteke femînîst danasîn û got;’’ Ez li bajarê Bochum di nava binesaziyeke çepgir a radîkal a Elman de cih digrim. Min di meş û çalakiyên li Elmanyayê Kurd û tekoşîna azadiyê ya Kurd nas kir.’’ Suzane di dewama axaftina xwe de da zanîn ku cara yekem beşdarî Meşa Dirêj dibe û got;’’Biqasî hefteyekê li gel kesayetên ji welatên cuda hatine meş, hesteke pirr cuda ye. Ez hîs dikim ku ne bi tenê me.’’ û destnîşan kir ku tekoşîna hevpar hêzê dide wê.
Tecrîd êşkence ye
Suzane tekoşîna azadiyê ya Kurd şibande stêrkeke geş a li asîmanan û got;’’Ev tekoşîn bi taybetî ji bo tevgera jinê stêrkek e. Pêşiya me ronî dike. Ocalan semboleke girînge ku rêbertiya gelekî dike. Ji ber fikrên xwe yên siyasî tecrîdkirina wî, neheqiyek e. Ev êşkence ye. Divê welatên Ewrûpayê tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin baş bifikire û li hemberî van geşedanan helwesta xwe nîşan bide.’’
Ciwan meşa xwe dewam dikin
Ciwanên Kurd jî di roja 4’an de li bajarê Reutlingenê ji Eskaterparkê heta navenda bajêr meşiyan. Li Holzmartê mîtîngek pêkanîn û çûn mala Şehîd Sara Dorşîn. Roja çarşemê jî wê ji navenda bajarê Offenburgê ber bi Lahrê bimeşin.