Em bi jin jiyan azadî mezin dibin

Çarşem 22 Mijdar 2023 - 00:30

Fermandar Nûda Bêrîvan ku di sala 2014'an de tev li nava refên YJŞ'ê bûye, der barê êrişên li ser jinan, berxwedana YJŞ'ê û jiyana ku li Şengalê hatiye avakirin axivî. Nûda Bêrîvan diyar kir ku beriya fermanê ew di bin serdestiya hişmendiya mêr de bûn û got:"Di sala 2014'an de dema ku ferman çêbû, em bi xwe jî jê bandor bûn. Vê fermanê di heman demê de, di me de hestiyariyek ava kir û bû sedem ku em tevlî YJŞ'ê bibin. Naskirina me ya rêxistinê nebû. Di nava civakê de naskirina hebûna jinê tune bû. Jinan bi rihetî nedikarî biaxivin û nêrînên xwe bînin ziman. Em her tim di bin desthilatdariya bav û bira de bûn. Me tu carî hebûna xwe nedît û me weke hebûn li xwe mêze nedikir. Lê piştî ku em tevlî YJŞ'ê bûn hîn zêdetir me xwe nas kir û di her milî de me xwe perwerde kir."

Ji bo parastinê pêwîstî bi mêran nîne 

Berîvanê destnîşan kir ku piştî fermana Tebaxa 2014'an wan felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye û got:"Êdî me karî ku bibêjin 'em jî hene û em dikarin parastina xwe bikin.Em êdî muhtacî kesekî nînin û êdî pêwîstiya me bi mêran nîne ku me biparêzin. Em xwe bi xwe dikarin xwe biparêzin. Me çawa ku hebûna xwe da qebûlkirin, me hêza xwe jî da qebûlkirin. Heta ku jin xwe neparêze kes wê nikaribe jinan biparêze. Niha pêdivî tenê bi bihêzkirina têkoşînê heye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo re artêşa jinan hat avakirin. Hêza jinan derkete pêş. Me hêrsa xwe veguherand parastinê. Me da îspatkirin ku em dikarin li hemberî her êrişê bi hêza xwe ya leşkerî bisekinin. Kesên ku pêşengiya têkoşîna civakê dike û civakê li ser pêyan dihêle jin e. Bêrîvanê bal bire ser felsefeya "Jin, Jiyan, Azadiyê" jî û got: "Felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî'yê li tevahiya cîhanê belav bû û bandora xwe li ser tevahiya cihanê kir. Wekî hêza parastinê erk û berpiryariya ku dikeve ser milê me, em ê vê fikr û ramanê ku Rêber Ocalan daye avakirin, bidin jiyîn. Em di wê baweriyê de ne ku em ê îradeya xwe xurttir bikin û bi ser bikevin." 

MA/ZEYNEP DÛRGÛT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.