DENÎZ BABÎR/LEYLA AKARSÛ
Meşa dirêj a ji bajarê Heilbronn a Elmanyayê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpêkir, di roja 4’an de ye.
Ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê 150 ciwan dimeşin.
Ciwanan gotin: ‘’Hizrên Rêber APO rê nîşanî me dide. Di vê meşê de em ji hev hêz digrin. Heta ku Rêbertiya me azad bibe, em tekoşînê bidomînin.’’
Rawestgeha destpêkê ya Meşa Dirêj, meydana Stadtgarten a Stuttgartê bû. Dema ku ciwan ji taxa rêxistina çepgir a Antîfa lê ye derbas dibûn, pêkhateya Antîfayê bi pankartên ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Freiheit (Azadî)’ piştgirî dan çalakiyê. Çalakgeran piştî ku 18 km. ber bi navenda bajarê Boblingenê meşiyan, li Navenda Civaka Demokratîk tevlî bîranîna şehîdan bûn.
Dema azadkirina Rêbertiyê ye
Rojbîn Îlhan a 19 salî ku tevlî çalakiyê bûye, piştî ku DAIŞ’ê Şengal dagirkir, li gel malbata xwe hatine Elmanyayê. Rojbîn dibêje ew cara duyemîn e tevlî vê çalakiyê dibe. ‘’Em weke ciwanên Kurd ji ber dîlbûna Rêber APO bi hêrs in. Gelekî kêfxweş im, ez jî beşek ji vê meşê me. Ji bo dewam kirina tekoşînê, ez hêz digrim. Divê hemû jin û ciwanên Kurd rabin ser xwe. Dem dema azadkirina Rêber APO ye. Em dixwazin êdî ev dîlbûn bidawî bibe.’’
Kes nikare pêşiya me bigre
Destan Çatiktaş a bi pûşiya xwe li pêş çalakiyê cihê xwe digre jî got; ‘’Ji ber ji felsefeya Rêber APO ditirsin, tecrîdê dikin. Heta ku ji Rêber APO agahiyekê bigrin, em ê li qadan bin û kesek nikare pêşiya me bigre.’’
Em ê mafê hêviyê biafirînin
Murat Aşkanê ku ji bakurê Kurdistanê penaberî Ewrûpa bûye jî got; ‘’Ji bo paradîgmaya Rêber APO negîhê gelan komploya navneteweyî dewam dike. Ji bo Kurdan bê rêbertî bihêlin, hertiştî dikin. Lê em weke ciwanên Kurd, ew mafê hêviyê ku nadin Rêbertiyê, bi xwe biafirînin.’’
Tecrîd dewama komployê ye
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heilbronnê Gulistan Ateş jî ciwaneke ku di çalakiyê de cihê xwe digre.
Gulistan dibêje;’’Tecrîda 24 meh in dewam dike, dewama komploya 24 salan e. Ev argumana dewletekê ye ku bi fikrê ‘kes nikare tiştekî ji me re bêje, nikare me ceza bike, ji ber em endamê NATO’yê ne’’ tevdigere.
Muxatab Rêber APO ye
Mehmet Çelîk jî dibêje ew 2 sal in hatiye Elmanya û axaftina xwe wiha dewam dike.
‘’Rêber APO ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tekoşiya û komplo vala derxist. Ev tecrîda 24 meh in didome, tê wateya tine hesibandina Kurdan. Ger ev tecrîd neyê rakirin, wê ji bo Tirkiyê xeterî be û şer be. Ji bo çareserî û azadiya gelên li Tirkiyê, divê Rêber APO muxatab were dîtin.’’
Çalakger dimeşin mala şehîd Sara
Ciwan di roja 4’an a meşê de, wê ji Eskaterparka Reutlîngenê bimeşin navenda bajar, li Holzmartê mîtîngê pêk bînin. Piştre wê çalakger ber bi mala gerîlaya YJA Starê Sara Dorşîn (Sarah Handelmann) a ku di 7’ê Nîsana 2019’an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, bimeşin.