Em bi gerîlayên xwe re ne

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 03:05

  • Kurd û dostên xwe yên li Ewrûpayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda Îmraliyê tê meşandin daketin qadan. Di çalakiyan de li dijî sûcên dewleta Tirk mezinkirina berxwedanê hatin dayîn û berxwedana gerîlayan a bi heybet hate silavkirin.

Kurdên li Ewropayê ku li dijî tecrîd û dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan û gotin, “Em ê bi gerîlayan re li dijî hêzên komploger ên ku pergala êşkenceya Îmraliyê kûrtir dikin têbikoşin. Heta ku tecrîd bê şikandin û dagirker ji Kurdistanê bên paqijkirin.

STRASBURG  

Li Strasboûrg ê Fransayê şantaja dewleta Tirk a rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan weke şantajê bikartîne bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Çalakî  ji aliyê endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasburgê ve li ber Gara Navendî ya Strasburgê hat lidarxistin. Hevseroka DKTM’ê ya Strasburgê Sîdar Amedî di çalakiyê de axivî û got:“Berxwedana Rêbertiya me ya li dijî tecrîd û pergala êşkenceyê ya ku hatiye kûrkirin, ewqasî xurt e ku nikare bibe mijara bazar û şantajê. Ev şantaj jî bêhêvîtiya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî nîşan dide. Em bang li saziyên pêwendîdar, DMME, Konseya Ewropa û CPT’ê dikin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. Tecrîd êşkence ye, tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Weke gelê Kurd em ê rê nedin vî sûcê.”  

MARSÎLYA

Kurdên li Marsîlyayê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN li dijî dagirkerî û tecrîdê li hev civiyan. Kurdistanî û dostên wan ji Qada Canabierre ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan.
Di çalakiyê de xiyaneta PDK'ê hat şermezarkirin û berxwedana gerîla hate silavkirin. Di çalakiyê de peyama "Rêber Apo di bin tecrîdeke mutleq de ye, dema şikandina vê tecrîdê û azadiya Rêber Apo hatiye” hat dayîn.

PARIS / VILLIERS LE BEL

Li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî, Tevgera Ciwanên Soreşger (TCŞ) û Meclîsa Gel a Demokratîk a Villiers Le Bel ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan. Di meşê de tecrîd û polîtîkayên şantajê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Di çalakiyê de hate gotin: “Em ji raya giştî re diyar dikin ku heta şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bên em ê çalakiyên xwe bidomînin."

NANTES   

Li bajarê Nantes ê Fransayê di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Nantesê (CDK-N) ve hat lidarxistin de, tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin.  Berpirsiyarê Têkiliyên Derve ya Nantesê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku dixwaze li ser tecrîdê bazariyeke qirêj bike û got:“Weke gelê Kurd êdî sebra me nema. Em dixwazin ev tecrîd û êşkence bi dawî bibe. Em bang li hemû parêzvanên aştî, demokrasî û mafên mirovan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û zextê li dewleta Tirk bikin." Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê hate dayîn û banga tevlîbûna çalakiyan bi ruhê seferberiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê hate kirin.  

RENNES  

Li bajarê Rennes ê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Rennesê çalakiya "Ji Ocalan re Azadî" hat lidarxistin. Daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Rennesê de ev tişt hatin gotin:"Dewleta Tirk ji ber têkçûna xwe tecrîda Îmraliyê kûrtir dike. Dewleta Tirk di warê dîplomatîk, civakî, leşkerî û hiqûqî de kaos û krîzek giran dijî. Dixwaze bi polîtîkaya qirkirina Kurdan vê krîzê kûrtir bike, krîzeke nû biafirîne û pêla şovenîst li bilind bike.  PDK û malbata Barzanî hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî gerîla bi xiyanetê telafî bike.’’

TOULOUSE  

Li bajarê Toulouse yê Fransayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Toulouse (DKTM) daxuyanî hat xwendin.  Di mîtîngê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi xiyanet û hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne hate şermezarkirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

SAARBRUCKEN  

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî gel çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku tecrîd û dagirkerî hat şermezarkirin de, peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.  

FRANKFURT  

Kurdên li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li dijî dagirkerî, xianet û tecrîdê daketin qadan. Meşa ku ji aliyê FCDK-KAWA ve hat organîzekirin, li ber stasyona trenê destpê kir. Hevseroka FCDK-KAWA Kerîme Barçîn di destpêka axaftina xwe de Şoreşa Rojava silav kir û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başurê şermezar kir û got:“Armancên dagirkerî û îlhaqkirina Tirkiyeyê tevahiya Kurdistanê bandor dike. Dewletên herêmê û hêzên navneteweyî çavên xwe ji qirkirina gelên Kurdistanê digirin.” Di çalakiyê de berxwedana gerîla jî hate silavkirin.  

STOCKHOLM  

Bi pêşengiya Tevgera Azadî û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Stockholm yê Swêdê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:“Ji destpêka êrîşan ve heta niha Tirkiyê 381 êrîşên bombeyî pêk anîne û di encamê de zêdetirî 68 hezar hektar zeviyên çandiniyê wêran bûne, 9 gundên ku 7 ji wan xelkên Xiristiyan bûn hatin valakirin û 184 malbat jî neçar man malên xwe biterikînin.  Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 110 baregehên leşkerî çêkiriye û 35 kîlometreyan ketiye nav axa Iraqê.  Em bang dikin ku divê Tirkiyeyê tavilê dev ji êrîşên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Em bang li Swêdê jî dikin ku bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re rawestîne.”  

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin. Kurd li ber pirtûkxaneya mezin a Oodî kom bûn û êrişên dewleta dagirker şermezarkirin. Piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê diyar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.