- "Em ê bi berhemên xwe bi gerîla re bin. Pêwîstî pê hebe, em ê rahêjin çekê jî û bi wî rengî li gel wan bin."
MÛSTAFA ÇOBAN / ANF/ QAMIŞLO
Hunermendên Rojavayî Sîpan Xelat, Nesrîn Botan, Danîş Botan, Sumeyye Serêkaniyê û Ebdûrrahman Ereb Beravî, li ser êrişên tinekirinê yên dewleta Tirk û PDK'ê ku li dijî gelê Kurd têne kirin, axivîn û gotin; "Em ê bi berhemên xwe bi gerîla re bin. Pêwîstî pê hebe, em ê rahêjin çekê jî û bi wî rengî li gel wan bin."
Sîpan Xelat: Em berxwedana bêhempa ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê silav dikin. Gelê me jî wê xwedî li vê berxwedana dîrokî derkeve. Dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê li dijî destketî, azadî, çand û nasnameya gelê Kurd şerê qirkirinê dike. Armanc ji van êrişan tinekirina Kurdan e, bêîrade hiştine. Bi taybetî ev êrişên dawî pirr taybet in.
Nesrîn Botan: Divê her Kurd li ber kesên ku alîkariya dewleta Tirk dikin û li hemberî vê berxwedanê cih digirin, rabe. Îro bi têkoşîneke dîrokî şerê man û nemanê heye. Divê Kurd vê rewşê baş bibînin. Ne partiyên siyasî, tevahiya gelê Kurdistanê bila zanibe ku serketin a gelê Kurd e.
Divê her Kurd û her hunermend li gel gerîla be. Bi hev re em ê bi ser bikevin.
Daniş Botan: Eger îro em azad in, ev bi saya fedekariya gerîlayan e, ewên ku li çiya li ber xwe didin. Gerîla sedema hebûna me ye. Yên ku hevkarên êrişên dewleta Tirk in, dawî li xwe tînin. Divê ew bi vê rastiyê zanibin. Divê hunermend berhemên xwe pêşkêşî berxwedan û civakê bikin. Em ê bi berhemên xwe li kêleka gerîla bin.
Sumeyye Serêkaniyê: Çiqasî êriş bikin jî nikarin hêz û vîna me bişikînin. Heger gerîla nebûya, em ê nebûna. Hêza me gerîla ye. Em PDK û malbata Barzanî ji ber hevkariya êrişên li dijî gerîla, şermezar dikin. Hunermendên çar parçeyên Kurdistanê divê bi huner û xebatên xwe vê yekê nîşan bidin. Heger em vê bikin ne Erdogan û ne jî malbata Barzanî nikarin rê li ber me bigirin.
Ebdurrahman Ereb Beravî: Dewleta Tirk îro êrişî Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla û gel dike. Ez bang li hunermendên Kurdistanê û cîhanê dikim; Li hemberî van êrişan helwêsta xwe diyar bikin. Îro li seranserê Kurdistanê êrişên hovane pêk tên. Weke hunermend em van êrişan qebûl nakin, li dijî wan disekinin. Hunermendên Kurdistanê divê vî şerî qebûl nekin û bi kar û hunerê xwe vê yekê nîşan bidin.