Em bi dagirkeran dikarin

Duşem 7 Îlon 2020 - 23:00

REWŞAN DENÎZ

 

Endama Dîplomasiya Wargeha Mexmûrê û endama Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan di beşa îro ya hevpeyvîna me de îşaret pê dike ku ambargoya PDK´ê di warê, kar, xwendin û sihetê de tesîreke xirab li wan dike, rêyên din ên vekirî tesîra ambargoyê kêm nakin. Ew dibêje, plansaziya wan a ji bo hevdîtinên li Bexdayê jî temam e û aliyên Kurd bi hev re wê karibin pîlana dagirkeran pûç bikin.
Layla Arzu Îlhan dibêje, devera herî nêzîkî wan û cihên ku derfetên xwendin û kar ji bo wan lê hene, li Kurdistana Federe li Hewlêr û Duhokê ne û ew dixwazin ku ev ambargoya PDK´ê li ser wan bê betalkirin. Ji bo rêyên din ên li ber wan vekirî, ew dibêje, "Rêya Mûsilê vekirî ye. Rêyên Bexda, Kerkûk a jêr hene. Lê PDK bi biryareke siyasî Herêma Kurdistanê li me qedexe kiriye. Em dikarin biçin Silêmanî, lê ne di ser Hewlêrê re, rêya 3 saetan di ser Mûsilê re dibe 6 saet."

Iraq jî dagirkerekî Kurdistanê ye

Li ser pirsa ka plansaziyeke wan a ji bo hevdîtinên li Bexdayê heye yan na, Leyla dibêje, "Plansaziyeke me heye ku em li Bexdayê jî weke Silêmaniyê, bi partiyan, rayedarên hikûmî û saziyên civaka sivîl re hevdîtinan bikin. Ev hevdîtin hem wê li ser ambargoyê û êrişên PDK´ê li dijî civaka wargehê bin û hem jî bi taybetî li ser bombekirina wargehê bi destê balefirên dewleta Tirk bin."
Li ser helwêsta heyî ya dewleta Iraqê jî Leyla Arzu Îlhan dibêje, "Piştî pêvajoya 16’ê Cotmeha sala 2017´an îdareya navçeya Mexmûrê ket ser Mûsilê û heta niha jî ev herêm di rewşeke nakok de ye di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye. Wargeha me jî dibe qurbanê vê milbilana îdarî û siyasî ya hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê. Hikûmata Iraqê jî dagirkerek e li Kurdistanê û hevkariya xwe bi dewleta Tirk re heye. Wekî din nikare serweriya xaka xwe bike. Ma ne wisa bûya balefirên dewleta Tirk çawa bên herêma Mexmurê bombebaran bikin? Beramberî êrişên dewleta faşîst a Tirk û hevkarê wê PDK’ê, dewleta Iraqê jî bêdeng e. Hewldanên me yên ji bo rakirina ambargoyê jî bêencam dimînin. Ji me re dibêjin, em rewşa heyî dişopînin û hewl didin çareser bikin, lê em baş dizanin ku ev gotinên wan ne ji dil in."

Helwêsta PDK'ê rê li ber êrişan vedike

Li ser pirsa ka gelo balefirên dewleta Tirk ên bê pîlot hîna li ser wargehê difirin yan na jî, Leyla dibêje, "Di pêvajoya ambargoyê de heta roja îro, rojane balafirên bêmirov li ser wargehê digerin. Ji destpêka ambargoyê ve dewleta Tirk sê caran wargeha me bombebaran kir. Di êrişan de me gelek berdêl dan. Lê belê ne Iraqê, ne jî NY’yê helwêsteke tundnîşan neda. Jixwe, em ji PDK’ê û hikûmeta herêma Kurdistanê ti hêviyeke welê nakin; ji ber ku dewleta Tirk ji helwêsta PDK’ê wêrek dibe û êrişî wargeha me dike. Ambargoya PDK li ser civaka me ferz dike, rêya êrişan li ber dewlata dagirker a Tirk vedike."

Bi têkoşîna hevpar em rabin

Endama Dîplomasiya Wargeha Mexmûrê û endama Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan herî dawî wiha bang li Kurdistaniyan û aliyên elaqedar dike: "Li alîyekî ambargoya PDK’ê, li aliyê êrişên dewleta dagirker a Tirk, metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ûtehlûkeya vîrusa koronayê li ser wargehê hene. Derfet û hêza me ji bo rabûna li ber van êriş û tehlûkeyan têrê nake. Ji bo vê yekê, ez bang li miletê Kurd û mirovên parêzvanên mafê mirovan dikim, di vê têkoşîna giran de me bi tenê nehêlin. Bi têkoşîneke hevpar a li hember dagirkerî û neheqiyê, em ê bikarin pîlanên dagirkeran yên li ser wargeha Mexmûrê û tevahiya Kurdistanê têk bibin."

 

Her kes li dijî ambargoyê ye

Endama Dîplomasiya Wargeha Mexmûrê û endama Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan ji bo hevdîtinên li silêmaniyê got, hem partiyên piştgirê hikûmetê û hem jî yên li derveyî wê, hemû li dijî ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê: "Hevdîtinên li Silêmaniyê bi nûnertiyên hemû partiyan re çêbûn. Hemûyan got, ev ne biryareke îdarî ye, ya PDK´ê ye, em weke partiyên siyasî ne alîgirê ambargoyê ne, em ê hewl bidin ji bo ambargo betal bibe.
Bi taybetî rêxistinên mafên mirovan wê dosyaya me ya wargehê di Dadgeha Bilind a Êraqê de bikin mijara nîqaşê. Akademîsyen, mamosta û çalakgerên sivîl piştî hevdîtinên me gotin, ew ê kampanyayekê bidin destpêkirin. Koma Gorranê wê rewşa wargehê bi dosyayekê bibe Parlamena Iraqê û endamên Nûnertiya Parlamena Kurdistanê jî wê dosyayekê pêşkêşî serokê Parlamena Kurdistanê bikin.
Kom û partiyên siyasî yên hevdîtin bi wan re hatin kirin jî ev in: YNK, Gorran, Yekgirtûy Îslamî, Komeley Îslamî, Hizbî Zehmetkêşan, Hizbî Şuîy [Partiya Komunîst], Tevgera Azadî, Nivîsîngeha Parlamena Îraqê, Nivisîngeha Parlamena Kurdidstana Federe, Parêzgarê Silêmanî Dr. Heval Ebubekir, CDO, Xaça Sora Navdewletî, HardLand, Dezgayê Mam, Senterê Giringî Dayîna Demokrasî u Mafê Mirovan, Tora hevbeş ya jinan/ Yekîtiya jinan.
Wekî din semîner ji bo parlamenter, rojnemevan, mamoste, rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivçîl hatin dayîn.
Heyet çû serdana PYD, nunertîya Rojava, Kongra Star, Studyoya Jin TV, Mihemed Pencwênî, Dr. Fayiq Gulpî, malbata Heval Helmet û malbatên şehîdên Kunemasî, karkerên wargehê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.