Em ber bi azadiyê bimeşin!

Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 02:45

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst xwe ji bo meşa dirêj a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO amade dikin. Meşa dirêj ku hersal bi kevneşopî tê lidarxistin, wê îsal bi dirûşmeya ‘Meşa Azadî û Demokrasiyê’ bê lidarxistin. Ji bo meşa ku wê li eyaleta Rena Bakur-Vestfalya (NRW) destpê bike, tê payîn ku ji welatên weke Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda, Belçîka yên Ewrûpayê ciwan tevlî bibin. Meşvan wê 9’ê Îlonê li bajarê Kolnê kom bibin, 11’ê Îlonê li Dusseldorfê û 12’ê Îlonê de jî bigêhin Dortmundê. Ciwan wê di 13’ê Îlonê de jî tevlî Festîvala Çandê Ya Kurdistanê ku wê li Dortmundê bê lidarxistin bibin.

Komîteya Amadekar a Meşa dirêj di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser polîtîkayên dagirkerî û talanê yên sîstema kapîtalîst û wiha got:’’Di demeke ku sîstema modernîteya kapîtalîst civakê ber bi kendaleke jêneveger ve dibe, Rêber APO bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ deriyeke hêviyê vekir. Rêber APO ku hebûna Kurd zindî kir, niha jî ji bo tovên vê vejînê ji bo paşeroja hemû gelan şîn bibe, bangeke dîrokî kir. Bêguman ciwanên ku di hemû serdeman de ji bo civakî pêşengî kirine, ew ê dîsa ji bo guhertin û veguherîna civakî, berpirsiyariya xwe ya li ser  milê xwe bicih bîne.’’

‘Israra di mirovahiyê de, israra di sosyalîzmê de ye!’

Bernameya Meşa Dirêj jî wiha ye

09.09.2025-Koln (Kombûn)

10.09.2025-Koln (Roja 1’mîn)

11.09.2025-Dusseldorf (Roja 2’emîn)

12.09.2025-Dortmund (Roja 3’emîn)

13.09.2025-Dortmund (Festîvala Çanda Kurdistanê)

Ragihandin

Mail: mesadirej2025@proton.me

WhatsApp: +33647925314

Telegram: @mesadirej2025

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.