Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, ji bo tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li zindanan bi dawî bibe, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, di roja 48’an de didome. 

Dayika 70 salî Hazal Sûncak a ku tevahiya jiyana xwe bi koçberî, zext, girtin û binçavkirinan derbas kir, ji bo çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir. Sûncak, diyar kir ku kurê wê yê nexweş jî di greva birçîbûnê de ye û got: “Em ê vê bêdengbûnê qebûl nekin.” 

Malbata Sûncak a li gundê Tînatê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dima, ji ber zextên dewletê û pirsgirêkên xizaniyê neçar maye berî 57 salan koçî navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê bike.

Me jî her tim li ber xwe da

Malbat, bi avabûna Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) re di sala 1994’an de beşdarî xebatên partiya siyasî dibe û bi vê re zextên li ser malbatê zêdetir dibin. 

Sûncak weha qala serhatiya xwe dike: “Di encama serdegirtina malê de, ez di sala 1997’an hatim binçavkirin û girtin. Ez 3 salan di girtîgehê de mam. Tu carî li dijî malbata min zext bi dawî nebûn. Zextên li ser me tu carî neguhertin. Her tim eynî ne. Me jî her tim li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam kir.”
Sûncak, da zanîn ku kurê wê Yilmaz Sûncak ji ber zextên li dijî malbatê di sala 1989’an de tevlî PKK’ê dibe û got; “Kurê min piştî 4 salan hat binçavkirin. 50 rojan îşkeceyên herî giran lê kirin. Dûre girtin û cezayê muebeta giran lê birîn. Di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de navê kurê min heye. Nexweşiyên wî yên giran hene. Niha li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de, di greva bîrçîbûnê de ye. Kansêra tîroîtê bi kurê min re heye. Dîsa nexweşiyên KOAH û şekir pê re hene. Êdî çavên wî baş nabîne. Ji ber ku di girtîgehê de nayê dermankirin, her ku diçe rewşa wî girantir dibe.” 

Em piştgirê wan in

Hazal Sûncak, ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, banga hestiyariyê li raya giştî kir û ev peyam da: “Em weke dayîkên zarokên wan di girtîgehan de ne, aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Ji bo vê em têkoşîna xwe dewam bikin. Em li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Divê tavilê tecrîd rabe. Zarokên me, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Em ê vê bêdengiyê qebûl nekin.” 

MA/ÎZMÎR