Em azadî û aştiyê dixwazin
Şemî 24 Gulan 2025 - 03:30
Li gelek bajaran partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo pêvajoyê ji gel re vebêjin derî bi derî digerin. Yek ji herêmên ku xebat lê tên domandin jî navçeya Seyhanê ya Edeneyê ye. Malbatên ku di dema şer de zarokên xwe winda kirin, diyar kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê dewlet erka dikeve ser milê xwe pêk bîne. Hevseroka DEM Partiyê ya Ceyhanê Emîne Baykara ku di şer de 2 zarokên xwe winda kiriye, diyar kir ku divê gel were ba hev û ji bo aştiyê têbikoşe û got:“Cihê rexneyê ye ku dewlet gavan naavêje. Em aştiyê dixwazin û naxwazin xwîn birije. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, divê hemû girtiyên nexweş û siyasî bên berdan. Divê dewlet tavilê gavan biavêje.” Delîla Bayri ku di şer de zarokek xwe winda kiriye jî da zanîn ku ew naxwazin tu kesek bimire û got:“Em li pişt Rêbertiya xwe ne. Daxwaza me aştî û azadî ye.”
Saît Dîkme jî anî ziman ku Rêber APO ev 40 sal in destê aştiyê dirêj dike lê her carê ev dest li hewa hatiye hiştin û got:“Wekî Yilmaz Guney jî gotiye, em ê teqez bi ser kevin. Yên ji vî welatî û ji vê xakê hez dikin, yên ji vê erdnigariyê hez dikin, yên ji Kurd-Tirkan hez dikin divê destê aştiyê dirêj bikin, jidil bin û dûrist bin. Heke em bê tirs hev hembêz bikin wê aştî bê. Bila hêsirên çavên dayikan nebarin.” Gorgun Kaya jî anî ziman ku ji bo aştiyê divê dewlet tavilê gavan biavêje û got:“Gel, piştgiriyê dide birêz Abdullah Ocalan. Bi guhertinên di destûra bingehîn re divê mafên demokratîk ên Kurdan bên qebûlkirin. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) were rakirin.”
MA/EDENE