Elmanyayê vîzeya nivîskaran betal kir

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Nivîskar û endamên PENa Kurd li dijî batalkirina vîzeya wan ku destûr nedan tev li kongreya PENa Kurd a li bajarê Elmanyayê Oldenburgê bibin, daxuyanî da. 

Nivîskar û endamên PENa Kurd li dijî batalkirina vîzeya wan ku destûr nedan tev li kongreya PENa Kurd a li bajarê Elmanyayê Oldenburgê bibin, daxuyanî da. Wan got, ku bi hinceta, "Dibe ku bên Elmanyayê û venegerin" vîze hatiye betalkirin. 

Nivîskar û endamên PENa Kurd li avahiya Komeleya Wêjevanên Kurd a navçeya Amedê Baxlerê daxuyanî da. li ser navê nivîskar û endamên PENa Kurd Mehmed Akdogan, Meral Şîmşek, Roza Metîna û Heval Dilbihar, nivîskar Heval Dilbihar daxuyanî xwend. Dilbihar bi bîr xist ku PENa Kurd 9'ê Tîrmehê kongreya xwe ya 11'emîn a asayî li dar dixe û wiha peyivî: “Ji bo beşdarbûna gelek endam û rêveberên kongreyê yên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê berpirsên kongreyê ve dawetnameyên fermî hatine şandin. Wan endam û rêveberan ji bo ku biçin kongreyê bi hemû belgenameyên xwe yên pêwîst miracaetî balyozxaneya Elmanyayê kiriye da ku vîzeyê wergirin. Li gor prosedurê li ber wergirtina wan a vîzeyê diviyabû ti astengî derneketana. Herwiha ji bo dayîna vîzeyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ya li Elmanyayê jî bi awayekî çalak ketiye nava liv û lebatan, bi balyozxane û wezareta karên derve ya Elmanyayê re ketiye nava têkiliyan û prosedur anîne cih. Tevî vê yekê jî, sed mixabin miracaeta gelek endam û rêveberên kongreyê bi hinceta 'dibe ku bên Elmanyayê û venegerin’ hatine redkirin, ji bo beşdarbûna kongreyê rê li ber wan hatiye girtin.

Diyar û zelal e ku, ev astengkirin encama biryareke polîtîk e. Ev helwêsta Elmanyayê encama têkiliyên desthilatdarên wê yên bi desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê re ne, ku ev têkilî li dijî me Kurdan hatine sazkirin. Em bang li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî, dezgeh û tevgerên kurd, herwiha li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî dezgeh, kesayet û derdorên mafparêz, welatparêz û demokrat dikin da ku li dijî vê kiryarê helwêsta xwe bi rengekî zelal nîşan bidin, xwedî li nivîskar û rewşenbîrên Kurd û PENa Kurd derkevin, da ku careke din tiştekî wiha neqewime."  

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.