Elmanya xwe ji Tirkiyê kêm nahêle

Duşem 7 Cotmeh 2024 - 02:35

Dewleta Tirk û Elmanya paralelî hev êrîşê dibin ser sazî û dezgehên Kurdî. Van demên dawî ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî zêde kiriye, dewleta Elman jî xwe kêmî dewleta Tirk nahêle û êrîşê dibe ser sazî û dezgehên civaka sivîl ên Kurd ên li Elmanyayê.

Herî dawî polîsên Elman li paytexta Elmanya Berlînê êrîş birin ser Navenda Civaka Demokratîk a Berlînê. Hevserokê NAV Berlînê Huseyîn Yilmaz k udi girtina bi ser saziyê de hatî binavçkirin, diyar kir girtina bi ser saziyên Kurdî de nîşaneya polîtîkayên zordar ên li Tirkiyê yên li ser Kurdan e.

Hewldana krîmînalîzekirinê ye

Li paytexta Elmanya Berlînê pêr nîvro polîsên Elman avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk û tevî Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz kesek binçav kirin û piştre berdan.

Huseyîn Yilmaz dijî girtina bi ser saziya wan de  helwest nîşan da û diyar kir girtina bi ser Navenda Civaka Demokratîk dewama polîtîkayên zordar ên li Tirkiye û Kurdistanê ye û destnîşan kir ku ew ê dijî van polîtîkayên hewldana krîmînalîzekirinê têkoşîna xwe ya civakî dewam bikin. Huseyîn Yilmaz anî ziman  nêzîkatiya dewleta Elman yên li dijî Kurdan ne kêmî êrîşên dewleta Tirk in ku li ser Kurdan tê meşandin û got, "Destwerdana bi çekan a li Navenda Civaka Demokratîk nayê qebûlkirin. Girtina bi ser saziyên me de yên bi vî rengî ji bo çavtirsandinê ne. Em bang li gel dikin ku li hemberî vê yekê hişyar be."

Parçeyek ji komployê ye

Huseyîn Yilmaz salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser Kurdan hatî kirin bi bîr xist û anî ziman ku operasyonên bi vî rengî parçeyek ji komploya navneteweyî ye û banga piştevaniyê li hêzên şoreşger, demokrat û alîgirên aştiyê kir.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.