Siyasetvana Kurd Nazdar Ecevit, sala 2016'an li Elmanyayê doza penaberiyê kir. Ev pênc sal in, her bersiva na didin doza wê ya penaberiyê. Çarşema bihurî êvarê polêsê Elman bi ser kampa lê de girt û bire balefirgeha Frankfurtê bi armanca dersînorkirinê.
Ecevit, berê 5 sal û 4 mehan di hepsa dewleta Tirk de maye. Ew di Heyeta Aştiyê de bû ya ku li Cizîrê hewl dida birîndaran ji bajêr derxe. Ew hingê birîndar bûbû.
Wê bi nameyekê wiha behsa rewşa xwe kir: "Piştî ku ji hepsê derketim zextan dewam kir. Karê min ê di HDP'ê de jî. Di komkujiya li Cizîrê de ez di Heyeta Aştiyê de bûm. Dewletê gule li me reşandin. Dîmenên vê êrişê jî hene. Ez birîndar filitîm. Hin ji hevalên li cem min hatin kuştin. Xaniyê malbata min û bi sedan malbatên din hat rûxandin û şewitandin. Ez ji komkujiyê filitîm, lê êdî şert û mercên jiyanê neman. Tevî bi sedan kesan ez neçar mam welat biterikînim."
Elmanya bêhiqûqiyê dike
Ew di dewamê de dibêje,"Elmanya tista hatî serê min kêm dibîne û dixwaze yan bikevim hepsê yan jî bêm kuştin; ji ber wê mafê penaberiyê neda min. Tevî ku helwêsta dewleta Tirk a beramberî mafê mirovan diyar e jî, Elmanya bi dersînorkirina min a ber bi Tirkiyeyê ev weke ku destekê bide vê helwêsta dewleta Tirk, tevdigere. Ev ne reweke mirov jê fêm bike. Ev li dijî peymanên navneteweyî ye jî."
NAVENDA NÛÇEYAN