- Wezaretên Elman ji bo hincetan ji dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava, peyda bikin, derewên ecêb dikin. Tevî ku dewleta Tirk êriş dike û hiqûqa navenetweyî binpê dike, behsa mafê xweparastinê yê dewleta Tirk dikin.
Hikûmeta Elman destekê dide êrişên dawiyê yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock îdîa kir ku “Dewleta Tirk mafê xweparastinê bi kar tîne û li ber destê me belge nînin ku nîşan bidin ew sivîlan dike armanca êrişan.” Wezîra Ewrûpayê ya hikûmeta federal a Elman Anna Luhrmann jî di bersiva xwe ya dayî pêşnizaypirsa parlamentera Die Linke (Partiya Çep) Gokay Akbulutê de behsa xala 51’ê ya destûra Neteweyên Yekbûyî kir û xwe li dagirkeriya dewleta Tirk kerr û kor kir. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbulut got, dewleta Elman xwe kerr û kor dike beramberî dagirkeriya dewleta Tirk û êdî bawerî bi Partiya Keskan nayê, ew ne dijberê şerî lê weke hevalbendên NATO’yê tevdigerin.
Axir her du wezîr jî ji bo ku hevkariya xwe ya bi dagirkeran re nerm bikin, xwe avêtin bextê derewa mafê xweprastinê yê dewleta Tirk û ji sûncên wê re li hincetan geriyan.
Gotinên Enqerê ducarî kirin
Wezîra Karên Derve ya Elmanyaya Federal Annalena Baerbockê, li ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Kurdistanê yên 17’ê Nîsanê, daxuyanî dabû. Wezîra Elman di daxuyaniya xwe de gotinên Enqerê ducarî kiribûn. Wezîrê pêr li parlamenê bersiv da pirsa parlamenterê partiya AfD (Alternatif ji bo Elmanyayê) Martin Sichert a elaqedarî dagirkeriya dewleta Tirk. Sichert, ji wezîra ji Partiya Keskan pirsî: “Tirkiyeyê sala 2019’an êrişeke dagirkeriyê li dijî Sûriyê dabû destpêkirin. Partiya te ya hingê muxalefet bû, bi israr dixwest, ambargoya firortina sîlehan li dijî Tirkiyeyê bê cihbicihkirin. Piştre hikûmeta federal jî biryareke weke vê da. Gelo ji ber êrişên dewleta Tirk vê dawiyê li dijî Iraqî dane destpêkirin, wê biryareke we ya rawestandina firotinasîlehan yan jî biryareke weke vê li dijî Tirkiyeyê hebe?”
Ambargo li dijî dewleta Tirk nîne
Wezîra Elman, Baerbock jî îdîaya dewleta Tirk a derew a weke “parastina rewa” di devê xwe de bir û anî; piştre jî got, “Divê em binihêrin ka ev harekatên eskerî ji ber çi pêk tên. Mafê Tirkiyeyê heye ku xwe biparêze, û helbet lazim e dîqet bike da ku zerar li sivîlan neyê. Li ber destê me belgeyên berbiçav nînin ku nîşan bidin ew sivîlan dike armanca êrişan.”
Piştre jî Sichert li pirsa xwe ev pirs zêde kir: “Heger li ber destê we belegeyên berbiçav hebin, gelo hûn ê zend û bendan vemalin û biryara ambargoya li dijî Tirkiyeyê bidin yan na?”
Wezîra Karên Derve ya Elman, xwe neda ber bersiveke zelal û got, “Lazim e em îşaret pê bikin ku dewleta Tirk endama NATO’yê ye. Me biryara hikûmeta beriya xwe ya elaqedarî firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve, eynî weke xwe qebûl kir.”
Dostaniya Elmanya û Tirkiyê
Parlamentera Partiya Çep a federal, Gokay Akbulut elaqedarî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûr, ji hikûmetê xwest bersivê bide pêşniyazpirsa wê. Li ser navê hikûmeta federal a Elman wezîra ji karên Ewrûpayê berpirsiyar Anna Luhrmann nivîskî bersiv da Gokay Akbulutê.
Akbulut ji hikûmeta Scholz pirsîbû: “Gelo hûn êrişa leşkerî ya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava, li dijî hiqûqa navneteweyî dibînin? Gelo hikûmeta federal wê gavên weke cezakirina Rûsyayê ji ber şerê li dijî Ukraynayê, li dijî Tirkiyeyê jî biavêje?”
Luhrmann di bersiva xwe de got, Tirkiye li dijî PKK’ê şer dike û ji ber wê ew nikare wî şerî li ber şerê Rûsya û Ukraynayê bigire. Luhrmann îdîa kir ku dewleta Tirk li gorî xala 51´ê ya Destûra Neteweyên Yekbûyî (NY) xwe diparêze. Luhrmann di heman demê de îdîa kir ku ew li pişt yekparebûna xaka Iraqê ne û ji Tirkiyeyê jî bi nazikî xwest, “rêzê ji hiqûqa navneteweyî re bigire.”
Partiya Keskan partiya şer e
Li ser bersiva Luhrmann, parlamentera federal Gokay Akbulut ji me re peyivî û got, “Hikûmeta Elman heta niha xwe li van êrişên li dijî hiqûqê kerr û kor kiribû. Hebûna Keskan a di koalîsyona nû de, helwêsta Elmanyayê neguherand. Haya Elmanyayê ji berê ve ji tevahiya şerên dewleta Tirk ên li dijî hiqûqa navneteweyî agahdar e. Hikûmeta Elman xwe lê kerr û kor dike û gotinên nerm dike. bi vî awayî koalîsyona ji SPD, Kesk û FDP’ê weke ku hiqûqa navneteweyî nebe, tevdigere.
Ne dijberên şer in hevalbendên NATO’yê ne
Heyeta Desteya Zanistê ya ku berê şêwirmendî ji Meclîsa Federal re kir, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, berê weke binpêkirina Hiqûqa Navneteweyî bi nav kiribûn. Bi vê dizanin û wezareta karê derve ya Elman a di destê partiya keskan de, radibe, behsa mafê xweparastinê yê dewleta Tirk dike. Partiya Keskan ji prensîpên xwe dûr ketiye. Ew êdî ne dijberê şer e, hevalbenda NATO´yê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN