- Artêşa Elman dixwaze ji balafirên şer ên F-35 ên ku şirketa Emerîkî Lockheed Martin çêdike, 35 balafiran bikire.
Artêşa Elman dixwaze ji balafirên şer ên F-35 ên ku şirketa Emerîkî Lockheed Martin çêdike, 35 balafiran bikire.
Li gorî medyaya Elman, artêşa Elman niyet kiriye ku 35 balafirên şer ên F-35 ji Emerîkayê bikire da ku bixe şûna balafirên xwe yên Tornado.
Çavkaniyeke parlamenter ji AFP'ê re ev agahî piştrast kiriye û gotiye, artêşa Elman her wiha dixwaze 15 balafirên Eurofighter ên Yekîtiya Ewropayê jî bikire.
Komîsyona Karên Parastinê ya Parlamenê çav li rê bû ku doh gava nûçeya me dihat amadekirin, bi rengekî awarte bicive.
F-35 wê bi esasî ji bo hilgirtina fuzeyên atomê yên Emerîkî weke parçeyek ji operasyonên çavtirsandinê yên NATO'yê bêne bikaranîn.
Eurofighter jî wê bi giranî ji bo operasyonên xerakirina sînyalên sîstemên parastinê yên hewayî berpirsyar be.
Yanî fîloya balefirên şer a Elmanyayê wê bi temamî di xizmeta NATO’yê de be.
BERLÎN