Nijadperestên Tirk ên ku bi navê Gurên Boz xwe bi rêxistin dikin yan jî çeteyên niijadperestên Tirk li Elmanyayê piştî ku AKP bû desthilat li Tirkiyeyê, gelekî xurt bûn. Tevî ku gelek siyasetvanên ji partyên siyasî yên cihê meseleya qedexekirina Gurên Boz li Elmanyayê dixin rojeva hikûmeta federal jî hikûmet vê asteng dike.

Jixwe, gava ku siyasetvanê ji partiya lîberal FDP’ê Gyde Jensen ji hikûmetê pirsa tehlûkeya ji bo muxalifên hikûmeta AKP’ê yên li Elmanyayê kiribû, li ser navê hikûmetê, wezareta karê hundir 7’ê Tîrmeha 2021’ê gotibû, “Halê hazir em ti tehlûkeyê nabînin ji bo muxalifên Tirk ên li Elmanyayê ku bi destê neteweperestên Tirk yan jî alîgirên tevgera ‘Ulkucu’ pêk bê.”

Hê hibra li ser vê bersivê ziwa nebûyî, êvara heman rojê, nijadperestên Tirk li Berlînê li devê deriyê mala wî li be çavê maliyên wî li rojnamevanê sirgûn Erk Acarer xistin. 

Acarer dibêje, di navbera zimanê êrişkaran, dewleta Tirk û mafyaya Tirk de ti cihêtî nîne, ji ber wê jî ew êrişkaran nas dike. Jixwe bi ya wî kirinên hikûmeta Tirk jî weke sûcên organîzekirî ne.

Bi daran li serê Kurdan bixin

Li Elmanyayê jî têkiliyên dewleta Tirk bi mafyayê re bi heman rengî ne, yanî eşkere. Lşkolînên bernmeya di kanala dewletê ya diduyê ya Elman ZDF’ê ya bi navê Frontal de 2018’an wêneyên alîgirê Erdogan û parlamenterê AKP Metîn Kulunk bi serekçeteyê Osmanen germania re nîşan dan.

Osmanen germania niha li Elmanyayê hatiye qedexekirin. Bernameyê nîşan da ku Kulunk bi awayekî neqanûmî sîleh û pere dane çeteya Osmanen Germania. Metîn Kulunk şîret li Osmanen Germania dikir da ku ‘bi daran li serê wan xin’. Ev şîreta wî jî ji bo gava Osmanen Germania bi kurdan re bê hemberî hev bû.

Yanî du awayên çeteyên Tirk hene li Elmanyayê: Gurên Boz û çeteyên Metîn Kulunk organîze kirî.

Rojnamevan Deniz Yucel li ser meseleyê ji saziya ragihandinê ya online Deutsch Turkisches Journal re gotiye, ji êrişên nijadperestên Tirk ên li dijî Kurd û muxalifên li Elmanyayê, hikûmeta Elman jî berirsiyar e. Ew bi bîr dixe ku saziya îstîxbarata navxwe, ya derve û hikûmetê tehlûkeya êrişan heta ku pêk nehatin, nedîtine. Wî got, siyasetvanên hikûmeta Tirk beriya êrişan gefê dixwin û piştre êriş diqewimin. Wî rexne li rayedar û hikûmeta Elman girtin û got, ew hîna lê serwext nebûne ku siyasetvanên tirk ên nêzî hikûmetê dikarin bi tiliya mirovan nîşan bidin û bikin ku canê muxalifan bikeve tehlûkeyê.

BERLÎN