Rayedarên Elman, hefteya bihurî xwestibûn, penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê Ebrahim Abdi Jenekanlo dersînor bikin. Yanî wan xwest wî bişînin Îranê. Li Îranê jî bi îhtîmala herî baş êşkence û hepseke heta hetayê li benda wî ye. Lê rejîma Îranê bi hêsanî çalakgerên siyasî dibe ber sêdarê jî. Axir rayedarên Elman guh nedan vê tehlûkeyê û xwestin bi refaqeta 3 polêsên federal Ebrahim Abdi Jenekanlo di ser Stenbolê re dersînorî Îranê bikin, wî bişînin Tehranê. Lê li Stenbolê ew li balefira Tehranê nehatibû siwarkirin. 

Piştî ku Ebrahim Abdi Jenekanlo vegerandin balefirgeha Frankfurtê, rayedarên Elman ew birin navenda dersînorkirinê ya li bajarê Eichstätt ê li Bayernê. Parêzerê Jenekanlo, Necdal Dîşlî ji rojnameya me re got, "Duşemê Dadgeha Eyaletê Jenekanlo serbest kir, lê piştre polêsê biyaniyan giliyê xwe bir cem dozger û ji bo cara sisiyan kirin ku biryareke girtina Jenekanlo bê derxistin. Ebrahim Abdi Jenekanlo niha li hepsa dersînorkirinê ya Eichstättê tê girtin. Dozger biryara girtinê ji Dadgeha Ingolstadtê daye derxistin. Me berê ji nû ve ji bo penaberiyê doz vekiribû, ev doz hîna dewam dike. Îhtîmal heye ku Ebrahim Abdi Jenekanlo bê dersînorkirin. Dadger ji min re got, ‘ya ku polêsê biyaniyan dike, lîstikeke qirêj e’. Dadgeha eyaletê dadgeheke bilind e. Tevî ku wê du caran muwekîlê  min berda, polês li gorî vê biryarê tevnagere." 
Necdal Dîşlî, got rêxistinên mafê mirovan li Elmanyayê niha xwedî li Jenekanlo derdikevin û li Îranê ji bo Ebrahim Abdi Jenekanlo tehlûkeya bidarvekirinê heye.

FRANKFURT