Dewleta Elman siyasetvanê Kurd Mustafa Çelik ji ber kar û barên wî yên qanûnî û legal, careke din mehkûm kir. Ji xala 129b ya qanûna ceza ya Elman mehkemeya bilind a eyaletê 2 sal 7 meh cezayê hepsê li Mustafa Çelîk birrî. Tevî ku nexweşiya wî giran jî bû, Mustafa Çelîk nehat tehliyekirin.
Mustafa Çelîk ji Çileyê 2020’an ve girtiye û di rûniştina biryarê ya doh de, dadgehê li gorî daxwaza dozger, biryara mehkûmkirinê da. Dozger di rûniştina dawî ya beriya rûniştina biryarê de bi îdîaya dewamkirina çalakbûna di nava PKKʼê de xwestibû 2 sal û 8 meh ceza li Mustafa Çelîk bê birrîn.
Dadger jî ev daxwaza dozger esas girt, got, Mustafa Çelîk berê jî ji doza PKKʼê hatiye dadgehkirin, mehkûm kirin, lê dîsa jî çalakiyên xwe dewam kirine. Ev çalakiyên ku di wan de şidet nîne û hemû jî legal in, bi ya dadger bi vî awayî bûne sûc.
Li ser vê kesên li hola dadgehê, biryar protesto kirin. Dadger li ser vê girtename da nivîsîn li dijî nivîskara Elman Anja Flach. Kesên li salonê jî nerazîbûna xwe ji helwêsta dadger bi gotina slogana bijî Serok Apo îfade kir.
Piştî rûniştinê ji parêzerên Mustafa Çelîk Tuncer Karahan ji me re peyivî û got, hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin û ew ê li ber biryarê rabin.

MEHMET ZAHIT EKINCI/HAMBURG