- 150 ciwanên Kurd ji Heilbronnê dest bi meşa xwe ya dirêj kir û bêhtirî 150 ciwanên înternasyonalîst jî îro dest bi meşa xwe ya dirêj dikin. Armanca herduyan jî rûreşkirina Komploya Navneteweyî û doza azadiya Rêber Ocalan e.
Meşa dirêj a ciwanên Kurd a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanyayê Heilbronnê dest pê kir. Ji Elmanya, Hollanda, Swîsre û Belçîkayê qederê 150 ciwanên Kurd beşdarî meşê bûn. Ciwan ji bo meşê, şemiya bihurî êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Heilbronnê hatin ba hev.
Ciwanan doh dest bi meşa xwe kir. Meşa wan bi slogana “Di sala 2023´yan a serketinê de em ê Rêber Apo azad bikin” dest pê kir û wê biştî 6 rojan heta bi bajarê Elmanyayê Freiburgê dewam bike.
Ciwanên meşvan îsal berdilkên li ser berê wan ê pêş wêneyê Abdullah Ocalan û li ser berê wan ê paş jî nivîsa “Îsal wê bibe sala azadiya Rêber Apo” hene, li xwe kirin. Welatparêzên li Heilbronn û hawîrdorê jî destek dan meşa ciwanan a di bin baranê de dest pê kir.
Ciwan li Meydana Theresienwiese hatin ba hev û wan got, “Heger Tirkiye bi rastî aştiyeke mayînde dixwaze, tenê rêyeke vê heye, ew jî azadiya Rêber Apo. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewrûpayê (KE) erkên xwe bi cih naînin û dikin ku tecrîd dewam bike. Em fikaran dikin ji ber azadiya Rêber Apo. Li dijî van siyasetên qirêj em ê 6 rojan li kolanên bajarên Ewrûpî bimeşin û doza azadiya Rêber Apo bikin.”
Yan azadî yan azadî!
Hevserokê Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) Saît Ozturk jî got, “Rêber Apo gotibû, me ciwan dest pê kir, em ê ciwan jî bi dawî bikin. Ciwanên Kurd wê azadiya Rêber Apo bibin serî. Ev bû qederê du saln em ti agahiyê ji Rêberiya xwe wernagirin. CPT û KE divê wezîfeya xwe bi cih bînin. Êdî bes e, yan azad û yan azadî!”
Hevseroka NCDK´a Heilbronnê Gulistan Ateşê jî got, “Îro roj li dinyayê gotin û felsefeya Rêbertiyê ‘Jin jiyan azadî’ deng vedide. Bi vê sloganê têkoşîna jinan li seranserê dinyayê mezin dibe û dewam dike. Bi têkoşînan jinan û ciwanan em ê azadiya Rêberitiya xwe pêk bînin.”
Şirîkatiya vî şerê qirêj nekin
Xwepêşandêran di dema meşa xwe de çalakiyek li ber fabrîkeya termobarîk a “AIM Infrarot-Module GmbH” jî li dar xist. Ev şirketa AIM parçeyên droneyan û dedektorên ji sorê û wê de yên bi kalîte difiroşe dewleta Tirk jî. Ciwanan li vir got, “Ev şirket van parçeyan difiropşe welatên NATO´yê, Tirkiye jî endama NATO´yê ye. Bi vê yekê ew destekê dide dewleta Tirk di şerê wê yê li Kurdistanê de.” Ciwanan xwest Elmanya êdî şirîkatiya vî şerê qirêj neke.
Çalakiya li ber Hepsa Stammheimê
Roja pêşî, ciwan 18 kîlometreyan meşiyan û gihiştin Ludwigsburgê. Ciwan îro (duşem) jî wê ber bi Stuttgartê ve bimeşin. ciwan ji bo ku piştgiriyê bidin girtiyên siyasî yên di hepsa Stammheimê de jî, wê li ber hepsê mîtîngekê îro li dar bixin. Êvarê ciwan wê li Mala Çandê ya Stuttgartê (Stuttgart Kültür Haus) bi çalakiyeke bibîranînê bên cem hev.
Înternasyonalîst sibe dest pê dikin
Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê jî înternasyonalîstên ji Elmanya, Spanya, Katalanya, Portekîz, Ingilîstan, Swîsre, Slovenya, Bulxeristan, Kenya, Meksîka, Mecaristan, Awustruya, Brezîlya û Hindistanê, wê sibe dest bi meşa xwe ya ber bi bajarê Fransayê Strasborugê ve bimeşin. Ji bo tevlî meşê bibin bêhtirî 150 înternasyonalîstî hatin cem hev û doh konferansa “Abdullah Ocalan û Veguherîna Paradîgmayî” li dar xist li Maison Internationale (Mala Navneteweyî) li hola konferansê ya Gandî. Di konferansê de îşaret bi înternasyonalîstbûna tevgera PKK´ê hat kirin.
Meşa bêhtirî 150 înternasyonalîstî, îro ji meydana “Place de Neuve” a li Cenvreyê dest pê dike. Di çarçoveya meşê de wê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê jî daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterê SP´ê yê Cenevreyê Laurence Fehlmann Rielle, cihgira şaredarê Cenevreyê Christina Kitsos û parlamenterê Kantona Cenevreyê Pablo Cruchon jî wê biaxivin.