Namzetên Partiya Çepên Kesk li çar aliyên Kurdistanê ketine nava gel, buroyên hilbijartinê vedikin û mîtîngan lidar dixin. Namzetên Êlihê Keskîn Bayindir, Ekrem Baran, Nûrten Ertûgrûl û Zeynep Odûncû li ser hevdîtinên bi gel re û polîtîkayên partiya xwe axivîn.
Keskîn Bayindir bi xwe ji Êlihê ye, di rêza destpêkê ya lîsteyê de cih digire. ew dibêje, ew ê baweriya gel a bi xwe pûç neke. Bayindir dibêje, Êlih xwedî li namzetên xwe derdikeve û ew li her deverê bi coş têne pêşwazîkirin.
Bayindir bi bîr dixe ku Êlih yek ji bajarên destpêkê ye ku têkoşîna azadiyê nas kiriye û dibêje, “Êlihê gelek berdêl dane. Li dijî lêgerîna wê ya azadiyê êrişên hovane lê hatin kirin. Lewma hem di pêvajoya hilbijartinê de hem jî di warê avakirina paşeroja xwe de cihekî gelekî girîng e. Lewma di vekirina buroya destpêkê ya hilbijartinê de me soz da xelkê Êlihê ku wan bi 5 wekîlan li parlamenê temsîl bikin. Em dibînin, xelkê Êlihê gelekî bi biryar e."
Bayindir îşaret bi krîza aborî ya li Êlihê dike û dibêje, “Li Êlihê bêkarî, xizanî û nemana hêviyê ji paşerojê gelekî zêde ne, û berpirsyarê sereke yê pirsgirêkên li Êlihê desthilatdariya AKP-MHP´ê ye. Ev yek encama israra di şer de ye. Em bandora van hemûyan dibînin. Ji aliyekî ve bajarekî bi vî rengî ye, li aliyê din jî di serxistinê û azadiyê de bi hêvî ye."
Em li dijî aqilê AKP’ê têdikoşin
Namzeta rêza duyemîn, hevşaredara berê ya Kercosê Zeynep Odûncû ye. Odûncû li ser sosyolojiya Êlihê serwer e û li wir dimîne. Odûncû dibêje, pirsgirêkên jinan ji pirsgirêkên herî girîng ên bajêr in.
Odûncû balê dibe ser têkoşîna li hemberî zor û zehmetiyên li pêşiya jinan û dibêje, "Dema ku bi qeyûman şaredariyên me dagir kirin, mufetîşan timî em xistin bin 'kontrolê'. Ya rast qeyûm li dijî îradeya jinan hatin tayînkirin. Lewma mirov dikare bibêje, polîtîkayên êrişkariyê yên AKP'ê yên li hemberî jinan di nava 21 salên dawî de zêde bûn.”
Zeynep Oduncu, balê dibe ser êrişên li dijî zimanê Kurdî jî û dibêje, “Êrişên li ser çand û zimanê Kurdan jî heta niha dewam kirin. Ji ber vê yekê weke Partiya Çep a Kesk em li dijî polîtîkayên êrişê û aqlê AKP'ê têdikoşin.”
Divê dawî li vê desthilatdariyê bê
Namzeta rêza çaran a Êlihê Nûrten Ertûgrûl e. Ew ji Çewlîgê be jî, xwe ji Êlihê dihesibîne. Ertûgrûl ragihand ku li Êlihê tişta ku destpêkê bala wê kişandiye qirkirina jinan e û dibêje, “Min dît ku li Êlihê komkujiya jinan û xuyanekirina jinê gelekî zêde ye. Ji ber vê yekê, têkoşîna me ya di vê mijarê de wê timî be û bênavber dewam bike.”
Ertûgrûl destnîşan dike ku divê dawî li vê desthilatdariyê bê anîn û dibêje, “Ji bo azadî, ewlehî û paşeroja zarokan divê dawî li vê desthilatdariyê bê anîn.”
Xelkê Êlihê gelek berdêl dane
Alimê dînî, Ekrem Baran bi xwe ji Amedê ye û li Êlihê di rêza pêncan a lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digire. Ew dibêje, desthilatdarî pirsgirêkên li bajêr girantir dike. Baran tîne ziman ku sala 1993'an, ew ji Amedê hatin sirgûnkirin, 7 salan li Izmîrê ma, piştre li Stenbolê ma, di 8 salên dawî de serokatî ji “Komeleya Alimên Dîn” re kiriye. Ew dibêje, “Di vir de ya girîng wekîlbûna min nîne, ya girîng ew e ku îradeya gel bi ser bikeve. Asta ku gelê Kurd îro xwe gihandiyê, ew e ku hem xwe hem jî gelên din diguherîne. Ji ber vê yekê, asteke gelekî hêja ye. Xelkê Êlihê di têkoşîna azadiyê de gelek berdêl dane. Ji ber vê yekê xwedî li îradeya xwe derdikeve. Bi dîtina min ev hilbijartin wê ji ya 7'ê Hezîranê xurttir be.”
ANF/ÊLIH