Elaqeya zêde ji bo Kurdî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Mijdar 2021 - 03:03

  • Armanca Komeleya Lêkolîn û Çand û Huner a Aryen ew e ku çanda Kurdan zindî bike û bi perwerdekirina zarokan orkestrayekê ava bike.

Di bin banê Komeleya Lêkolîn û Çand û Huner a Aryen, ji bo zarokan bi atolyeyan perwerda hunerî bi zimanê dayikê têkirin. Armanca komeleyê ew e ku çanda Kurdan zindî bike û bi perwerdekirina zarokan orkestrayekê ava bike. Di bin banê komeleyê de dersên lêxistina keman, piyano, gîtar, erbane, tembûr û xêzkirina wêneyan tên dayîn. Komele nexasim jî ji bo zarokan atolyeyan çêdike. Di navbera temenê 2 ta 5 salî de li ser rîtm û notayê ew zarokan perwerde dike. Hîndekar Fadîme Polat, derbarê dersan û perwerdekirina zarokan de peyivî.

Fadîme Polatê got, “Komeleya Aryen bi giştî xebatên çandî dimeşîne. Em karên muzîk û wênexêzkirinê dimeşînin. Di qada wênesaziyê de ji her  temenî mirov hene. Em wênesazên nû digihînin. Kursên muzîkê jî dest pê kirin. Xebatên orkestrayê jî hene. Di ser 2 salî re ji bo her kesî perwerde heye. Em ji bo kesên di ser 7 salî re jî êdî dersên lêxistina înstrûmanekê didin.”
 
Orkestrayeke zarokan li Wanê

Fadîme Polatê li ser perwerde û dersan ev agahî dan: “Em di navbera 2 ta 5 salî de perwerdeya formatê didin. Bi lîstik û xebatên rîtmîk, stranên Kurdî bi zarokan didin hezkirin. Em perwerda piyano, gîtar, bilûr û tembûrê didin. Em dixwazin ji zarokên xwe komeke orkestrayê ava bikin.”
Fadîme Polatê bi bîr xist ku ew dersan û perwerdeyê bi Kurdî dikin û wiha peyivî: “Kesên bi Kurdî nizanin tên dibêjin, ‘Hun bi Kurdî perwerde dikin’. Daxwaza wan jî perwerda Tirkî ye. Em vê dibêjin; em li dijî perwerda heyî, ya bi Kurdî didin. Ji bo Kurdî daxwaz pirr zêde ye. Koma orkestraya me ya Aryen heye. Armanca me wekî din ew e ku hejmara jinan zêde bibe.”

JINNEWS/ WAN
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.