El Qaîdeya Tirkan 6 kes revandin

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku dûvikê El Qaîdeyê ye û dewleta Tirk a dagirker ew li Efrînê bi cih kir, li navçeya Efrîna dagirkirî Şêrawayê, 6 kes revandin.

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku dûvikê El Qaîdeyê ye û dewleta Tirk a dagirker ew li Efrînê bi cih kir, li navçeya Efrîna dagirkirî Şêrawayê, 6 kes revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihî, çeteyên dagirker ên HTŞ´ê li navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê, 6 kes revandin.

Nehat zanîn, ka kesên revandî ber bi ku ve birine. Çavkaniyan da zanîn ku Osman Xelîl, Îbrahîm Cûma û Henîf Osman ên ji gundê Beiye, Ehmed Cemal û Hemîd Seydo yên ji gundê Xezawiye û Tehsîr Salih ê ji gundê Basûfanê hatine revandin.

Heman çavkaniyan got, bi fermana serçete Ebû Mihemed Qelemonî ev kesên navbirî hatine revandin. Ev serçete jî bi îstîxbarata dewleta Tirk MÎT'ê re dixebite.

Dagirkerên HTŞ'ê bi daxwaz û destûra dewleta Tirk ji Gulanê ve li Şêrawa û Cindirêsê li gelek herêmên Kurdan belav bûn.

Tê gotin ku ev bicihkirina çeteyan di çarçoveya plana 'kembera reş' a dewleta Tirk de hatiye kirin û armanc ew e ji başûrê Efrînê heta bi rojavayê Minbic û Kobanê Kurdan li van herêman qir bike.

Kê du dagirker kuştin?

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji Efrînê, droneyeke a nenas motorsîkleke çeteyên dagirker ên Tirkiyê li Efrînê bombebaran kiriye û 2 çete jî kuştine.

Li gorçî çavkaniyê, doh sibehê li geliyê Kêl Êhme yê di navbera gundê Xalta û Miskê de ev her du çeteyên dagirker hatine kuştin û her du dagirkerên koma Ehrar El-Şerqiyê bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.