• HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got: "Bi keda xwe ya bêhempa ya li Avaşînê, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin. 

HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got: "Bi keda xwe ya bêhempa ya li Avaşînê, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin. Em ê li ser şopa wan bimeşin, tola wan hilînin û armancên wan bi ser bixin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehîdbûna sê gerîlayan got, "Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ên ku ji sala 2021'ê ve li Avaşîn, Zê (Zap) û Metînayê dewam dike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke mezin şer dikin û derbên herî giran li dijmin dixin. Nexasim li herêma Avaşînê şerekî mezin hate kirin. Hevrêyên me Ekîn, Dilda û Şiyar jî di vê berxwedanê de ji bo tola hevrêyên şehîd hilînin û bersivê bidin daxwazên azadiyê yên gelê me, têkoşîneke destanî kirin. Ev hevrêyên me yên leheng bi çalakiyên xwe bûne tirsa dilê dijmin. Wan bi tecrûbeyên ji sala 2021'ê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên sala 2022’yan profesyoneltir û encamgirtir li dijmin xist û pêşengî ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re kir. Van hevrêyên me bi keda xwe ya bêhempa ya li herêma Avaşînê, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt.

Em soz didin ku li ser şopa van hevrêyên xwe bimeşin, tola wan hilînin û armancên wan bi ser bixînin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ekîn, Dilda û Şiyar re dixwazin, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”

Nasnameya  her sê şehîdan jî hat eşkerekirin:

- Ekîn Tolhildan (Cansel Gul) a li Stenbolê (li nav malbateke ji Çewlîgê) hat dinê, keça Altûn û Yaşar, Hezîrana 2022´yan li Avaşînê şehîd bû.

- Dilda Ayper Rojhat (Seher Karga) a li Colemêrgê hat dinê, keça Saîme û Îsmaîl, Hezîrana 2022´yan li Avaşînê şehîd bû.

- Şiyar Firmesk Amed (Abdûllah Bayakbayan) ê li Rihayê hat dinê, kurê Zehra û Mûsa, Hezîrana 2022´yan li Avaşînê şehîd bû.

BEHDÎNAN