Efûya navneteweyî bang li Îranê kir

În 24 Sibat 2023 - 01:55

Efûya Navneteweyî (Amnesty International) bang li rayedarên Îranê kir da ku tavilê çarenûsa 4 Kurdên muxalif ên ku ev 7 meh in hêzên Îranê ew winda kirine eşkere bike. Efûya Navneteweyî ji bo windakirina van muxalifên Kurd peyva “bi zorê windakirin” bi kar aniye. 

Rêxistinê bi bîr xist ku hêzên rejîma Îranê, Pejman Fatehi, Wefa Azarbar, Muhemed (Hazhir) Feramerzî û Muhsîn Mezlûm Têrmeha par kirine nezaretê. Ji ber wê jî Efûya Navneteweyî xwest ew tavilê bên berdan jî. Hêzên Îtlaetê yên ser bi wezareta îstixbaratê ev her çar Kurd li Urmiyê 20´ê Tîrmeha 2022´yan revandibûn. 

Efûya Navneteweyî got, tehlûkeyeke mezin heye ku miameleya xirab bi van her çar kesan re bê kirin û bi dadgehên neadil cezayê bidarvekirinê jî li wan bê birrîn. Rêxistinê bi bîr xist ku hêzên rejîmê gelek caran bi êşkenceyê bi zorê belgeyan didin îmzekirin û lixwemikurhatinên derew jî li ser girtiyan tên ferzkirin.

Rejîmê piştî bi sê rojan îdîa kiribû ku ev kes ji bo Îsraîlê xebitîne û êrişên terorîstî plan kirine, lê navên wan eşkere nekiribû.  

Efûya Navneteweyî da zanîn ku malbatên van girtiyan gelek caran li dadgehan û li cem rayedaran li çarenûsa xizmên xwe pirsiye, lê rayedarên rejîma Îranê ti agahî nedane wan. Li gorî rêxistinê, malbat ditirsin ku xizmên wan bên bidarvekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.