Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê welatiyekî din revand. Li Efrîna dagirkirî, artêşa Tirk û çeteyên wê her welatiyan direvînin.

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê ragihand ku çeteyên Cebha El-Şamiya yê ser bi artêşa Tirk a dagirker li bajarê Efrînê welatiyek revandiye.

Li gorî çavkaniyan, navê kesê hatiye revandin Farûq Mihemed e, tememê wî qederê 30 salî ye. Farûq Mihemed ji gundê Qurt Qulaqê yê navçeya Şera ye. Beriya çend rojan ji Lubnanê gihişt Efrînê.

Heman çavkaniyê diyar kir ku mala Farûq Mihemed a li taxa Eşrefiyê jî ji aliyê çeteyên Cebha El-Şamiyê ve hate desteserkirin, dema ku ji çeteyan xwest ji mala wî derkevin, çeteyan ew revand û ew birin baregeha xwe ya li kolana Vêlat a li Eşrefiyê.

11'ê meha bihurî jî, çeteyên Sultan Murad avêtin ser gundê Qurt Qulaqê û zêdetirî 33 kes revandin û di nava wan de jin jî hebûn. 

ANHA/ŞEHBA