Efrîn ne warê dagirkeran e

Pêncşem 29 Nîsan 2021 - 08:16

Di rêzeçalakiyên HRE`yê yên li Efrînê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 12 çete û 3 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên rêzeçalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê yên di navbera 14 û 26`ê Nîsanê de, eşkere kirin.

HRE`yê di daxuyaniya xwe de li ser çalakiyan ev agahî dan:
“14`ê Nîsanê, li navçeya Bilbilê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

16`ê Nîsanê, li Efrînê li ser rêya Raco di encama çalakiya sabotajê de 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

23`yê Nîsanê, li Efrînê di encama çalakiyeke sabotajê de 3 çete birîndar bûn. Heman rojê, li Babê li hember konvoyeke artêşa dagirker çalakiyek sabotajê hat kirin. Di encama wê çalakiyê de 3 leşker û 4 çete birîndar bûn.

24`ê Nîsanê, li Efrînê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete birîndar bûn.

26`ê Nîsanê, li derdora gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat kirin. Di wê çalakiyê de seyareyek hat rûxandin. Der barê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. “

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.